4 kesên li Sûrê hatibûn binçavkirin hatin berdan 2020-03-04 13:45:21 AMED – Keyayê gundê Çemro ya Sûrê Abdullah Kizilboga yê hatibû binçavkirin hat berdan.  Li gundê Çemro yê navçeya Sûra Amedê polîsan bi ser malan de girtibû û Eyup Kizilboga, Serhat Tosûn, Huseyîn Gokmen û keyayê gund Abdullah Kizilboga hatibûn binçavkirin. Sê welatî piştî îfadeyên li emniyeta Amedê hat berdan û keya Abdullah Kizilboga sewqî edliyê kirin. Kizilboga yê bi hênceta ku çek li  mala wî ye hat sûcdarkirin ji aliyê dadgeriyê ve hat berdan.