Leşkerên li Nexweşxaneya Rehanliyê sekinîne: Tabûrek leşker hat kuştin! 2020-03-04 13:22:51 HATAY – Spekulasyona derbarê leşkerên li Idlibê tên kuştin didome. Leşkerên li hewşa Nexweşxaneya Dewletê ya Reyhanliyê ku di navbera hev de axivîn gotin: “Tabûrek leşker hatine kuştin.”  Spekulasyona derbarê leşkerên kuştî û birîndar ên Tirkiyê yên li Idlibê de didome. Piştî ku di 26’ê sibatê de 36 leşkeran di êrişa rejîma Sûriya de hatin kuştin, hema bêje her roj agahiya leşkerek an jî du leşkerên kuştî ji herêmê tê.    5 CENAZE ANÎN REYHANLIYÊ    Duh êvarê gelek leşkerên birîndar û kuştî rakirin Nexweşnxaneya Dewletê ya Navçeya Rehanli ya Hatayê. Piştî mudaxeleya ewil hin leşkerên rewşa wan birîndar bi helîkoptêra leşkerî rakirin Nexweşxaneya Bajêr a Hatayê. Hat zanîn ku nêzî 10 leşkerên birîndar anîne û 5 leşkerên jî anîne nexweşxaneyê.   ‘TABÛREK LEŞKER HAT KUŞTIN’    Serê sibê li Reyhanliyê liv û tevgera helîkoptêran hebû. Gelek ambûlansan jî dişînin Deriyê Sînor ê Cîlvegozê û li wir tên sekinandin. Duh êvarê deriyê Nexweşxaneya Dewletê ya Reyhanliyê li sivîlan hat girtin. Ji rûyê leşkerên li hewşa Nexweşxaneya Dewletê ya Reyhanli tên sekinandin metirsî xuya dike. Hin leşker digirîn û hin leşker jî di navbera xwe de diaxivin û dibêjin “Tabûrek leşker hat kuştin.”