Piştî binçav kirin û birin TEM'ê gotin 'întihar kiriye' 2017-12-16 13:31:02 ANTALYA - Leşkeran duh li Navçeya Gazîpaşa ya Antalya ciwanê 19 salî Murat Araç binçavkirin û sewqî dozgeriyê kirin. Ji wir jî teslîmî TEM'ê kirin. Piştî Araç birin TEM'ê, polîs li birayê Araç Îlhan Araç geriyan û gotin “Yê întîhar kiriye heye" û xwestin ji bo teşhîsê biçin Saziya Tipa Edlî ya Antalyayê.    Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Gazîpaşa duh li Navçeya Gazipaşa ya Antalyayê di kontrola rê de ciwanê 19 salî Murat Araç binçavkirin. Cendirmeyan piştre Araç sewqî dozgeriyê kirin. Pişte ji dozgeriyê şandin Şaxa TEM'ê ya Midûriyeta Polîsan a Antalyayê. Dema îfadeya Araç li midûriyeta polîsan a Gazîpaşa dihat girtin, hat îdîakirin ku Araç saset di 18.00'an de xwe ji qatê 3'an avêtiye xwar û dawî li jiyana xwe anîye. Cenazeyê Araç ji bo otopsiyê şandin Saziya Tipa Edlî ya Antalyayê.    PRZ. SERÊ SIBÊ EZ GERIYAM GOTIN TUNE YE   Piştî malbata Araç bihîstin ku kurê wan hatiye binçavkirin li parêzer Ozgur Sarioglu geriyan. Prz. Sarioglu jî diyar kir ku li ser agahiya malbatê duh saet di 16.34'an de li Midûriyeta Polîsan geriya ye û bersîva "Kesek heye lê hêj neanîne vir. Têkildarî nasnameya wî agahiya me tune. Lê dê bînin vir."   Prz. Sarioglu anî ziman ku serê sibê dîsa li Şaxa TEM'ê geriya û wiha got: "Dema ez serê sibê li TEM'ê geriyam, gotin 'Tu şexs neanîne vir.' û bersîv  dan min.     PIŞTÎ MALBAT ÇÛN TEM'Ê FÊR BÛN   Birayê Araç Îlhan Araç jî anî ziman ku duh polîs li wî geriyan û wiha got: "Piştî polîs li min geriyan ez li Parêzer geriyam. Ji bo ez bi birayê xwe eleqeder bibim ez serê sibê çûm Fermandariya Cendirmeyan a Gazipaşa. Wan ez şandim Şaxa TEM'ê. Rayedarên TEM'ê jî diyar kirin ku yekî li vir întîhar kiriye û ji bo teşhîsê ez arasteyî Saziya Tipa Edlî ya Antalyayê kirim. Min bi dozgerê nobedar re hevditin kir. Min birayê xwe teşhîs kir, lê ez nexistim nava karê otopsiyê. Piştî karê otopsiyê xelas bû der barê encama  otopsiyê de tu agahî neda min. Em dê cenaze bişinin navçeya Serêkainyê ya Rihayê.    Îlhan Araç, da zanîn ku dosger destnîşan kiriye ku dê li ser bûyerê raweste û bişopîne.