4 kesên ku li Sûrê hatibûn binçavkirin 3 jê ji wan hatin berdan 2020-03-04 12:57:52   AMED -  4 kesên ku duh li gundê Çermo yê navçeya Sûrê hatibûn binçavkirin 3 jê ji wan hatin berdan. Keya sewqî edliyeyê hat kirin.    Duh polis û leşkeran bi ser gundê Çermo yê navçeya Sûrê ya Amedê de girtibûn. Di serdegirtinê de polis û leşkeran keyayê gund Abdullah Kizilboga û welatiyên bi navê Eyup Kizilboga, Serhat Tosûn û Huseyîn Gokmen binçavkirin. Polis û leşkeran, di serdegirtinê de li malan û baxçeyan malan, bi hinceta ku çek hene lêgerîn kiribûn û amûrên li malan ji hev belav kiribûn.    BÊYÎ BIRYAR LÊGERÎN PÊK ANÎNE   Hat diyarkirin ku polis û leşkeran, bêyî biryara lêgerînê li mala keya Abdûllah Kizilboga lêgerîn pêk anîne. Ji her çar kesên ku wan birin Miduriyeta Polisan a Amedê, Tosûn, Gokmen û Eyup Kizilboga piştî îfadedayînê hatin berdan. Lê keya Kizilboga piştî îfadeyên xwe yên miduriyeta polisan sewqî edliyeyê hat kirin.