Di dorpêça çekan de birin şîna keça wî 2020-03-04 12:20:05 ÊLIH – Zeynep Altûnişik a ji aliyê qeyûm ve li Êlihê ji kar hat derxistin, ji ber nexweşîna ûr jiyana xwe ji dest da. Bavê Altûnişik, Salîh Altûnişik ê 28 sal in girtî ye jî di dorpêça çekan de anîn şînê.  Zeynep Altûnişik (34) a li Şaredariya Êlihê di yekînya Karê Avê (BASKÎ) de dixebitî di serdema qeyûm de ji kar hatibû derxistin. Altûnişik bêkar mabû û vê carê bi nexweşînek giran re rû bi rû ma. Altûnişik a ev demek bû bi nexweşîna ûr re têdikoşiya û di 29’ê sibatê de jiyana xwe ji dest da.  Malbatê cenazeyê keça xwe wergirt û bir li Goristana Îpragazê spart axê. Malbatê li Mala Şînê ya Feqiyê Teyran a li taxa Bayindirlika Êlihê şînê danî.    SALÎH ALTÛNIŞIK DI DORPÊÇA ÇEKAN DE BIRIN ŞÎNÊ    Ji ber ku bavê Zeynep Altûnişik, Salih Altûnişik ê cezayê muebetê lê hatiye birîn, ev 28 sal in girtî ye di merasîma cenazeyê keça xwe û şînê de ne amade bû.   Parêzerê Salîh Altûnişik ji bo bav dikaribe beşdarî şîna keça xwe bibe serî li dozgeriya Girtîgeha Tîpa D a Amedê da û ev serlêdan hat pejirandin.  Di encama serlêdanê de ji bo rojekê destûr hat dayîn ku Altûnişik beşdarî şînê bibe û Altûnişik duh di dorpêça leşkeran de birin şînê û êvarê carek din vegerandin girtîgehê.     Di wêneyek li Mala Şînê hatiye kişandin de Altûnişik tê xuyakirin ku leşker bi çekan ew dorpêç kirine û anîne şînê. Hat zanîn ku Salîh Altûnişik heta niha li gelek girtîgehan hatiye ragirtin û niha li Girtîgeha Tîpa D a Amedê tê ragirtin.