Ji ber bêavî û bêceryaniyê gundî metirsin ku nexweşîna têger derkeve 2020-03-04 11:21:10 MÊRDÎN- Li Dêrikê hejmara qûtkirina ceryana gundan gihîşt 30 gundan. Ji ber birîna ceryanê ava gundiyan jî hat qûtkirin û bêavî û bêceryanî dibe sedema metirsiya nexweşînên têger.  Li gundên navçeya Dêrikê ya Mêrdînê ji ber cotkar nikarin deynê ceryanê bidin, şîrketa ceryanê DEDAŞ ceryana trafoyên gundiyan ji binî dibire. Hejmara gundên ceryana wan hat birîn derket 30’an. Ji ber birîna vê ceryanê yên deynê wan hene jî yên deyne wan nîne jî bû sedemê mexdûriyeta hemû kesî.    Tevî ku DEDAŞ’ê got dê ceryanê bide kesên deynê wan tine ye jî lê li gel ewqas dem hêj pêdiviya ceryanê ya gundiyan nehatiye dabînkirin. DEDAŞ’ê nûçeyên ji bo mexdûriyeta welatiyan tê çêkirin jî wek “hewldana belavkirina têgihiştinê” pênase kir.    Li gel ku welatî di tariyê de hatine hiştin her wiha ji ber dînamoyên avê naşixûlin welatî bêav jî mane.    Tê gotin li van gundan 20 hezar însan û 30 hezar sewal bêav maye.    Welatî ji bo pêdiviyên xwe avê ji bîran dabîn dikin an jî carna şaredarî bi tangêran ji wan re avê dişîne.    Ji ber bêavî û bêceryaniyê şêniyên gundan rojên dijwar derbas dikin û bertek nîşanî vê yekê didin. Welatî li beramberî vê rewşê zarokên xwe naşînin dibistanan, boyko dikin û bertekên xwe wisa nîşan didin.    Şêniyên gundê Şabana di nava wê metirsiyê de ne ku ji ber bêavî û bêceryaniyê rê li ber qirêjî û nexweşînên têger veke.    ‘BILA DAWÎ LI VÊ TAHDEYÊ BÎNIN’    Ji şêniyên gund Bîrsel Kaçmaz ku di dora wergirtina ava ji tangêrê sekiniye da zanîn ku nemaze ew nikarin paqijiya zarokên xwe pêk bînin û li dijî vê gazinên xwe nîşan da.    Kaçmaz bertek û gazinên xwe wiha got: “Vê tişta ku anîne serê me bêedaletiye. Em mirin û rezîl bûn. Êdî bila ev rezalet û tahde bi dawî bibe. Sewalên me êdî dimirin. Divê demildest ev pirsgirêka me were çareserkirin.”    ‘EM NIKARIN ZAROKÊN XWE BIŞON’    Halîme Çakir jî ji bo cilan bişo avê ji tangêrê dikişîne ber deriyê xwe û di sîtila li ser tifikê de avê germ dike. Çakir anî ziman ku ew hatine wê merhelê ku muhtacî ava serşoyê jî bûne. Çakir got: “Deynê me nîne lê ev 10 roj in em bêceryan in. Em nikarin serê zarokên xwe bişon. Em nikarin avê bidin sewalên xwe. Dimirin. Em jî nizanin em ê çi bikin.”   Selma Çagil jî dibêje “Halê me li ber çavan e. Zilmê li me dikin.”    METIRSIYA NEXWEŞIYA TÊGER    Ji şêniyên gund Îsmaîl Çagil jî da zanîn ku ew ji nexweşînên têger ditirsin ku belav bibe û ji ber vê yekê jî zarokên xwe naşînin dibistanan. Çagil wiha bertek nîşanî rewşê da: “Ev çete ne yan mafya ne? Berpirsiyarê van kî ye? Hemû xwarin û goştê me di sarincê de xera bû. Dixwazin çi bikin?   ‘WIHA BIDOME EM Ê NEÇAR BIBIN KOÇ BIKIN’    Huseyîn Çobangolû jî da zanîn ku şêniyên gund ji ber fatûreyên wan biha tên kes nikare razîne û heke li gund bêavî û bêceryanî bidome ew ê neçar bimînin ji gund koç bikin.    ‘SEWALÊN ME BERAVÊTIN’    Alî Yalçin ê sewalkariyê dike jî diyar kir ku ji ber bêaviyê sewalên wî ber diavêje û got: “Navê yekê cezakirina me hemûyan e. Ev ne di hiqûqê de ne jî di mirovatiyê de cihê wê heye. Divê gavek beriya gavekê prisgirêka me were çareserkirin.”    MA / Ahmet Kanbal