Dozgeriyê ji bo KCD'ê gotiye 'saziyeke îllegal' 2020-03-04 09:30:39 AMED – Serdozgeriya Komarê ya Amedê, îdianameyeke din der barê Parlementera HDP'ê ya berê Selma Irmakê de amade kir. Di îdianameyê de tiştên ecêb hatine gotin. Dozgeriyê di îdianameyê de ji bo KCD'ê gotiye "saziyeke îllegal" û ji bo Hevseroka KCD'ê Leyla Guvenê jî gotiye "qaşo hevserok".    Der barê Parlementera HDP'ê ya Şirnexê ya berê Seilma Irmak de ku di 9'ê Mijdara 2016'an de hat girtin, bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" îdianameyeke din amade kir. Irmak, li Girtîgeha Jimare 1 a Tîpa F a Kandirayê, li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ketibû greva birçîbûnê û 49 rojan di grevê de mabû. Bi daxwaza Midûriyeta Şaxa Ewlehiyê ya Midûriyeta Emniyetê ya Amedê, Serdozgeriya Komarê ya Amedê der barê Irmakê de bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" îdianameyek amade kir û Dadgeha Cezayê Giran a 9'an a Amedê jî îdianame qebûl kir.    Di îdianameyê de tiştên sosretmayî cih girtine. Dozgeriyê di îdianameyê de ji bo Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) gotiye "saziyeke îllegal" û ji bo Hevseroka KCD'ê û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guvenê jî gotiye "qaşo hevserok".    Di îdianameyê de hatiye diyarkirin ku di dema axaftineke Leyla Guvenê de dirûşmeya "Bijî Serok Apo" hatiye berzkirin û Irmak jî hem bi devkî dirûşme berz kiriye û hem jî bi çepikan piştgirî daye.  Her wiha di îdianameyê de di dema axaftineke Hevseroka Giştî ya DBP'yê ya berê Sebahat Tûncel de jî dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" hatine berzkirin û Irmakê jî heman dirûşme berz kiriye û bi çepikan piştgirî daye.   Di îdianameyê de hatiye xwestin ku di navbera sal û 5 salan de ceza li Irmakê bê birîn.