Kaya: Wê bi girtina deriyan şîrket giş top bavêjin 2020-03-04 09:29:46 AMED – Serokê DTSO'yê Mehmet Kaya, anî ziman ku girtina deriyên sînor ên ji ber koronavîrusiyê hatine girtin, ne çareserî ye û got: "Wê şîrketên bazariya xwe û hilberîna xwe li gor daxwaza li Iraqê dikin, hemû top bavêjin."  Piştî koronavirûs berbelav dibe, Tirkiyeyê jî deriyên sînor ê Gurbûlak ê Agiriyê, yê Kaipoy ê Wanê, yê Îdîlûcû yê Îdirê û yê Esendere yê Colemêrgê girtin. Deriyê Sînor ê Xabûrê yê li Silopiyaya Şirnexê jî ji hêla Iraqê û ji hêla Tirkiyeyê ve tev de hat girtin.    ‘GIRTINA SÎNORAN NE RÊBAZEKE RAST E'    Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) Mehmet Kaya, têkildarî girtina deriyên sînoran axivî û got, piştî girtina Deriyê Sînor ê Xabûrê wê bazirganî ber bi Îranê ve biçe. Kaya, got: "Di bazirganiyê de partnerên me yên herî girîng Iraq û bi taybetî jî Rêveberiya Herêma Kurdistana Herêmî ye. Ên li wir dijîn xwişk û birayên me ne. A rast vîrusa koronayê ya ku bazirganiyê asteng dike, diviya nebûna asteng. Li gor sala 2018'an, di sala 2019'an de îxracata me 600 milyon zêde bûye. Berên me yên tên îxrackirin hema bêje bi temamî berên zexîreyî, malzemeyên înşeatê ne. Lê ji ber vîrusê girtina deriyan ne rêbazeke tevdîrgirtinê ya rast e."    ‘DIVÊ RÊYEKE DIN BÊ DÎTIN'    Kaya, got: "Piştî girtina Deriyê Xabûrê wê hin mexdûriyet pêk bên. Yanî ji ber vîrusa koronayê divê divê derî neyên girtin. Divê rê û rêbazeke din bê dîtin. Bi girtina deriyan em nikarin xwe biparêzin. Em behsa herêmeke ku kurd, tirmen û ereb lê dijîn dikin. Di warê zexîreyî de çi ji dest mê bê divê em bikin. Loma divê bazirganî bi derengî neyê xistin û ji bo vê û ji bo başkirina tenduristiya mirovan hin mudaxile bên kirin."   Kaya, destnîşan kir ku îxaracata Tirkiyeyê ya ber bi Iraqê ve zêdetirî 10 milyarî ye û heger derî bên girtin wê encamên wê giran bin. Kaya, got: "Wê îxracat kêm bibe. Hin sektorên me hene, bi temamî karê îxracatê dikin. Wê şîrketên bazariya xwe û hilberîna xwe li gor daxwaza li Iraqê dikin, hemû top bavêjin. Iraq, ji bo me deriyê herî girîng ê Rojhilata Navîn e. Ji ber şerê li Sûriyeyê em nikarin di vir re biçin Rojhilata Navîn. Li Îranê ambargo heye, em nikarin biçin. Tenê deriyek me hebû, ew jî Iraq bû."    Kaya, destnîşan kir ku piştî girtina deriyê sînor ê Xabûrê, niha di ser Îranê re diçin Iraqê.