Ji ber koronavîrusê bi hezaran TIR li sînor hatine sekinandin 2020-03-04 09:29:00 ŞIRNEX – Di çarçoveya tevdîrên ji bo koronavîriusê de Deriyê Sînor ê Xabûrê hat girtin. Piştî derî hat girtin bi hezaran TIR li sînor man. Ahovanên TIR'an ku bi rojane li ber deriyê sînor sekinandîne, diyar kirin ku cihên TIR lê ne ne pir paqij in.  Piştî koronavîrus li 45 welatan belav bû û bi hezaran mirov ji ber mirin, li Iraqê jî ji bo wê tevdîr hatin girtin. Piştî vê Deriyê Sînor ê Xabûrê jî hat girtin û ji ber vê bi hezaran TIR li ber derî man. Ajovanên TIR'an diyar kir ku zehmetiyê dikişînin.    LI QADÊN TIR'AN TEVDÎR NAYÊN GIRTIN!    Ajovan Rojhat Unal ê 38 salî diyar kir ku bi rojan e li ber derî ye û hê jî barê xwe teslîm nekirine. Unal, got: "4 roj in em li vira ne. Kes li halê me napirse. Ji bo vîrusê derî girtin, lê belê ji xeynî vê tu tevdîr nehatine girtin." Unal, destnîşan kir ku li ber sînor ji bo parastina vîrusê tu tevdîr nayên girtin û got: "Ji bo parastinê tiştek ji me re nehatiye gotin. Niha li vira nêzî 3 hezar ajovan hene. Li vira ji bo paqijiyê tu tevdîr nehatine girtin. Ev der nayên dezenfektekirin. Kîjan wesayît bê vira 35 TL'yî dide. Lê belê rêveberiya qadê ji bo tenduirstiya me tu tevdîrê nagire. Mirov ji derve maskeyan tînin û li vira bi 20 TL'yî difiroşin."    Unal, anî ziman ku li qadê eçnd civîn hatine kirin û got: "Lê tiştekî berbiçav negotin. Piştî girtina derî wê mirov di warê aborî de bitengijin. berên di wesayîtan de xera dibin. Ji ber ku berên me hesas in em nikarin dev ji wesayîtên xwe berdin. Em tim termokîngê dişoxulînin. Gava mazota me diqede em diçin bi meterayn tînin."    BI MASKEYAN XWE DIPARÊZIN    Orhan Îlhan ê 38 salî ku piştî derî hat girtin derbasî Tirkiyeyê bûye û got, germa laşê wan hatiye kontrolkirin. Orhan Yildirim (45) jî destnîşan kir ku ji bo xwe biparêzin maskeyan bi akr tînin û lepikan dixin destên xwe.    Rasîm Yîgîtoglû yê 41 salî jî ku ji Dîlokê hatiye Xabûrê banh li ajovanan kir û got: "TIR li sînor tên sekinandin. Bira neyên li vira nesekinin. TIR'ê barê wan berên zû xera ddibin bira neyên."    MA / Omer Akin