ROJEVA 4'Ê ADARA 2020'AN 2020-03-04 09:00:25 * Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşmeya "Têkoşîna me azadî ye, berxwedana me serkeftin e" amadekariyên 8'ê Adarê Roja Jina ya Cîhanê dikin. Cîgira Koordînasyona Meclîsa Jina ya Sûriyeyê Hêwa Mehmûd, ji bo têkoşîna jina got: "Me nîşanî jina û cîhanê da ku awayekî cuda yê têkoşînê pêkan e."  * Amediyan destnîşan kir ku sedema krîza aborî polîtîkayên şerî yên hikûmetê ne û gotin: "Li derve kar, li malê aramî tuneye."    * Di çarçoveya tevdîrên ji bo koronavîriusê de Deriyê Sînor ê Xabûrê hat girtin. Piştî derî hat girtin bi hezaran TIR li sînor man. Ahovanên TIR'an ku bi rojane li ber deriyê sînor sekinandîne, diyar kirin ku cihên TIR lê ne ne pir paqij in.    * Serokê DTSO'yê Mehmet Kaya, anî ziman ku girtina deriyên sînor ên ji ber koronavîrusiyê hatine girtin, ne çareserî ye û got: "Wê şîrketên bazariya xwe û hilberîna xwe li gor daxwaza li Iraqê dikin, hemû top bavêjin."    * Serdozgeriya Komarê ya Amedê, îdianameyeke din der barê Parlementera HDP'ê ya berê Selma Irmakê de amade kir. Di îdianameyê de tiştên ecêb hatine gotin. Dozgeriyê di îdianameyê de ji bo KCD'ê gotiye "saziyeke îllegal" û ji bo Hevseroka KCD'ê Leyla Guvenê jî gotiye "qaşo hevserok".    * Heverokê HDP'ê yê Amedê Zeyyat Ceylan, diyar kir ku pêdiviya civakê bi gotin û dengê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan heye û got: “Hevdîtina bi Ocalan re dê rê li pêş aştiyê veke û rê li pêş polîtîkayên tundî û şer bigire. Hevdîtin bi xwe re aştî û tecrîd jî bi xwe re şer pêş dixe."   * Ji bo valakirinê 20 roj muhlet dane gundê Şikeftayê. Ji ber vê gundî hem xaniyên xwe vala dikin hem jî darên xwe yên fêkiyan dibirin.    * Komîsyona Girtîgehan a Baroya Wanê, dê têkildarî rewşa Girtîgehên Derya Reş rapora amade kiriye bi raya giştî re parve bike. (11.00)   * Platforma Şaxan a KESK'ê ya Amedê dê bi daxwaza "Bila Wezareta Wekhevî û jinê bê avakirin" li Şaxa 2'emîn a Egîtîm Sen'ê ya Amedê civîna çapemeniyê li dar bixin. (12.30)   * Platforma Jinan a Dîcle Amed (DAKAP), dê li pêş Midûriyeta Malbat û Polîtîkayên Civakî ya Amedê daxuyaniyê bidin. (12.30)   * Akademiya Ma Musicê ya ku li Amedê xebata muzîkê dide, dê 3’emîn salvegera xwe li avahiya xwe pîroz bikin. (18.00)   * Sazî û rêxistinên jinan dê têkildarî 8'ê Adarê li gelek navendan daxuyaniyê bidin çapemeniyê.