Welatiyê ku nikarîbû bimeşiya binçav kirin 2017-12-16 11:32:54 SÊRT – Kurê Hecî Huseyîn Vural ê 82 salî li mezraya Bêlekê ya Misircê ku hatibû binçavkirin û hat berdan Behçet Vural bertek nîşanî binçavkirina bavê xwe da û got: “Hema bêje bavê min di halê ku nikare bimeşe de ye. Lê tevî vî halî hat binçavkirin."    Li mezraya Bêlekê ya girêdayî gundê Ewtê ya bi ser navçeya Misirca Sêrtê ve di 12’ê kanûnê de ji 13 welatiyan 4 welatî piştî îfade dan hatin berdan. Şêniyên gund bertek nîşanî binçavkirinê dan û gotin: “Gelek ji wan extiyar û nexweş bûn. Ên nikaribûn bimeşiyan hebûn. Ev yek wîjdanê me aciz dike. Divê hemû serbest bên berdan.”    ‘BÊBEXTIYÊ LI BAVÊ MIN KIRIN'      Kurê Hecî Huseyîn Vural ê 82 salî ku bi îdiaya “Alîkariya rêxistinê kiriye” hatibû binçavkirin û ku serbest hat berdan Behçet Vural bertek nîşanî binçavkirinê da û wiha axivî: “Bavê min mirovek ji 80 salî bihûriye. Hema bêje bavê min di halek ku nikare bi rê ve here. Dê çi zirara vî mirovî bigîhîje kê. Ev çend roj e di binçavan de bû. Em ji tenduristiya wî bi xetere bûn. Di dawiyê de hat fêmkirin ku bêsûc e û hat berdan. Ez hêvîdarim ên ku vê bêbextiyê li bavê min kirine dê ev yek ji wan re nemîne.”    Vural destnîşan kir ku welatiyên din ên ku li Miduriyeta Polîsan a Tilloyê tên ragirtin tu agahî ji wan negirtine û xwest ku wan jî di demek nêzîk de berdin.