Onder Babat bi bîr anîn 2020-03-03 15:53:24 STENBOL - Xebatkarê Kovara Tevgera Şoreşger Onder Babat, di 16'emîn salvegera mirina xwe de hat bibîranîn.    Xwendekarê Faqulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Stenbolê Onder Babat, di 3'ê Adara 2004'an de dema ku ji Kovara Tevgera Şoreşger a lê dixebitî, derketibû, hatibû kuştin. Babat, di 16'emîn salvegera mirina xwe de li ber Zanîngeha Stenbolê hat bibîranîn. Di bîranînê de pankarta "Onder Babat nemir e" hat vekirin. Di bîranînê de Dîlara Kaya axivî û diyar kir ku ser cînayetê tê girtin û kesek jî ji ber cînayeta Babat nehatiye darizandin.