Li Îranê vîrûsa korona bi 23 parlamenteran re hat tespîtkirin 2020-03-03 15:20:22 NAVENDA NÛÇEYAN - Li Îranê, hejmara kesên ji ber vîrûsa korona jiyana xwe ji dest dan gehişt 77’an. Alîkarê  Serokê Meclîsa Îranê Abdûrriza Misrî, ragihand ku bi 23 parlamenteran re vîrûsa korona hatiye tespîtkirin.   Li Îranê, 11 kesên din jî, ji ber vîrûsa korona ya tîpa nû (Kavîd-19) jiyana xwe ji dest dan. Bi vî awayî hejmara kesên li Îranê, ji ber vîrûsa korona jiyana xwe ji dest dan gehişt 77’an. Li tavahiya Îranê, hejmara bûyerên vîrûsê gehişt 1501’an.    Bİ 23 WEKÎLAN RE TESPÎTA VÎRÛSÊ HAT KIRIN    Alîkarê Serokê Meclîsa Îranê Abdûrriza Misrî, ragihand ku bi 23 parlamenteran re vîrûsa korona hatiye tespîtkirin. Misrî, diyar kir ku wekîlên hatine tespîtkirin ku bi wan re vîrûs heye, ji nêz ve têkiliyên wan bi gel re hebûne û dibe ku bi vî awayî vîrûs belav bû be. Misrî, bal kişand ser vîrûsê û wiha got: “Ji bo ku vîrûs belav nebe, em dixwazin ku wekîl hevdîtinên xwe yên bi welatiyan re bibirin.”   Misrî, da zanîn ku ewê xebatên xwe yên Meclîs dewam bikin û wiha axivî: “Lê me hevdîtinên wekîlan ên bi welatiyan re heya  demek kurt betal kirin.”    ALÎKARÊ SEROKKOMAR JÎ BO VÎRUSÊ KET   Berî demekê hatibû ragihandin ku Alîkarê Serokkomar Masûme Îbtîkar, Seroka Komîsyona Polîtîkayên Derve û Ewlekariya Netewî ya Meclîsê Mecteba Zunnûr û Parlamenterê Tahranê Mahmûd Sadikî bi vîrûsa korona ketine.  Di rojên derbasbûyî de li Îranê, Sefîrê Vatîkan ê berê Huccetulislam Hadî Husrevşahî û Endamê Konseya Teşhîsa Mesleheta Pergalê Mûhammed Mîrmûhammedî, ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dabûn.    LI TEVAHIYA CÎHANÊ VÎRUS BU SEDEMA MIRINA 3 HEZAR KESÎ   Li aliyê din, li tevahiya cîhanê, ji ber vîrûsa korona 3 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên bi vîrûsa korona ketin 90 hezarî derbas kir.