Şaredariya Bornovayê malên cemê kir statuya îbadetxaneyan 2020-03-03 13:50:17 ÎZMÎR - Şaredarê Şaredariya Bornovayê Dr. Mûstafa Îdûg, diyar kir ku biryara Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê ya ji bo mala cemê wê navçeyê jî bikin meriyetê û malên cemê bikin statuya îbadetxaneyan.  Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê, di civîna meclisa xwe ya meha çileyê de di qeydên îmarê de malên ceman kir statuya îbadetxaneyan. Ev biryara şaredariya bajarê mezin dê ji aliyê Şaredariya Bornovayê ve jî bikeve meriyetê. , Têkildarî mijarê, li Navenda Cîwanan a Prof. Dr. Turkel Mînîbaş şahiya agahdariyê hat lidarxistin. Nûnerên Federasyona Elewî û Bektaşiyan, Şaxa Komeleya Pîr Sûltan Abdal a Bornovayê, Komeleya Çanda Elewiyan a Pinarbaşiyê, Komeleya Îranmliyan a Sêwasê, Komeleya Gundê Eşençayê ya Çorûmê, Komeleya Textevanan a Naldokenê, Komeleya Dîvrîgiyan a Sêwasê, Komeleya Piştgirî û Piştevaniyê ya Gundê Ortaçaya a Navçeya Çorûmê, Komeleya Textevanan a Altindagê, Komeleya Piştgirî û Piştevaniyê ya Gundê Gokdereyê, Komeleya Gundê Boz-Der'ê ya Afyonê, Komeleya Siwasiyan, Komeleya Gundê Hamal a Sêwasê û Mala Cemê ya Bûcayê tevlî şahiyê bûn.     'DÊ CIH BÊ VEQETANDIN'     Şaredarê Şaredariya Bornovayê Dr. Mûstafa Îdûg, têkildarî mijarê axivî û diyar kir ku ji bo peydakirina cih a malên cemê ya ji komeleyên elewiyan, rêbaza şaredariya bajarê mezin bişopînin û wiha got: "Weke di her mijarê de dê di vê mijarê de jî em bi şaredariya xwe ya bajarê mezin re tevbigerin. Pêkanîn dê bi temamî li Bornovayê be. Ez jî terxankirina vê yekê bi qasî we dixwazin û bawer dikim. Wê tu pirsgirêk tunebin."