Girtî Aysel Koç jiyana xwe ji dest da 2020-03-03 10:38:42 ENQERE - Girtiya MKP'ê Aysel Koç, li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan jiyana xwe ji dest da. Li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan, girtî Aysel Koç ku ji doza Partiya Komunîst Maoîst (MKP) cezayê "muebeta giran" xwariya, jiyana xwe ji dest daye. Girtîgehê, agahiya ku "întîhar kiriye" da malbat û parêzeran. Parêzerê Koç jî diyar kir ku dê piştî otopsiyê diyar bibe ku Koç întîhar kiriye ya na. Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Enqereyê, ji bo agahî ji rayedar û malbatê bigire, çû Saziya Tipa Edlî (ATK). Koç, di sala 2012'an de li bejahiya Dersimê di encama operasyoneke leşkerî de hatibû girtin û vê salê ve girtî bû.