‘Qedexeya’ li Amed, Heskîf û Bedlîsê hat rakirin 2017-12-16 10:57:08   AMED/ÊLIH/BEDLÎS – “Qedexeya derketina derve” ya li navçeyên Pasûr, Heskîf, Tetwan û Motkiyê ku di demên cuda de hatibûn îlankirin hatin rakirin.    Walîtiya Amedê li gundên Eskar, Simetax, Dêrik û Licikasimo yên girêdayî navçeya Pasûra Amedê di 14’ê kanûnê de “qedexeya derketina derve” îlan kiribû. Walîtiyê ragihand ku duh êvarê qedexeya beriya operasyonê hatibû îlankirin hatiye rakirin.    QEDEXEYA LI HESKÎFÊ RABÛ    Walîtiya Êlihê jî di 13’ê kanûnê de li gundên Şemsê, Kayakli û Kelekçî û mezraya Keçelî ya gundê Xirbekur ên bi ser navçeya Heskîfa Êlihê ve ku dikevin herêma Çiyayê Mawa di bin navê operasyona leşkerî de “qedexeya derketina derve” îlan kiribû. Walîtiyê ragihand ku qedexe duh êvarê hat bidawîkirin.    LI BEDLÎSÊ JÎ QEDEXE HAT RAKIRIN    Li aliyê din di 11’ê kanûnê de Walîtiya Bedlîsê jî li 12 gund û 3 taxên navçeyên Tetwan û Motkiyê “qedexeya derketina derve” îlan kiribû. Piştî 5 rojan duh bi şev qedexe ji ser tax û gundan hat rakirin.