Ji ber ku got 'Birêz Ocalan' doz lê hat vekirin 2020-03-03 09:22:48 ANTALYA - Der barê Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Nîhat Kaya de bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" doz hat vekirin. Ji ber ku Kaya di axaftineke xwe de gotiye "Birêz Abdullah Ocalan" doz lê hatiye vekirin. Serdozgeriya Komarê ya Antalyayê, der barê Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Nîhat Kaya de bi îdiaya "propagandya rêxistinê" îdianame amade kir. Dozgeriyê, ji ber ku Kaya di axaftina xwe ya Newroza 2019'an de gotiye "Birêz Abdullah Ocalan" îdianame amade kiriye. Dadgeha Cezayê Giran a 9'an a Antalyayê jî îdianame qebûl kir. Wê danişîna ewil a dozê di 5'ê Gulana 2020'an de bê lidarxistin.    Kaya, di 8'ê Sibatê de hatibû girtin. Lê belê piştî îtiraza parêzeran di 11'ê Sibatê de hatibû berdan.    Ji bo heman axaftinê Daîreya Ceza ya 8'an a Dadgeha Bilind, di sala 2011'an de îctîhada xwe guherandibû û piştî vê Dadgeha Cezayê Asliye ya Dersimê der barê Esra Çîftçî ku gotibû "Birêz Abdullah Ocalan" û doz lê hatibû vekirin de biryara beraatê dabû.