ROJEVA 3'YÊ ADARA 2020'AN 2020-03-03 09:00:09 * Aktîvîsta TJA'yê Zeynep Boga diyar kir ku jinan êdî kirasê xwe yê mirinê yê ku jê re hatî dirûtin qetandiye û got: "Sedsala 21’emîn wê bibe sedsala jinan.” * Heyran Xanima Dûnbelî ku dengê wê li asîmanên welêt olan dide, dengê sedsaleke ku bi hawar, lorîn û çarînên bi êş ên jinekê re dibe yek, xwe di wechê her jinekê de ji nû ve diwelidîne. Heyran Xanim, keça Kerîm Xan Kongerloy ye. Ew yek ji helbestvana bi nav û deng ya qerna 18 û destpêka qerna 19’an e.    *  Hevjînê Dayika Aştiyê Fatma Surme û 6 kurên wê tên girtin. Surme, dibêje bawer dike ku wê têkoşîna azadiyê ya gelê kurd bi ser bikeve.    * Der barê Endamê Meclîsa Partiyê Nîhat Kaya de bi îdiaya "Propgandaya Rêxistinê" doz hat vekirin. Ji ber ku Kaya gotiye "Birêz Ocalan" doz lê hatiye vekirin.    * Prof. Dr. Beyza Ustun, diyar kir ku Bendava Ilisûyê bendava ewil e ku di bin navê ewlehiyê de hatiye çêkirin û got, ji ber vê mirov mecbûr mane herêmê biterikînin. Rêvebirê Odeya Bijîşkan a Stenbolê Nazmî Algan jî got, wê êdî ev bendav bibe sedema nexweşînan.    * Ji ber xisleta modernîteya kapîtalîst a qeyranî, serê her sedsalê carekê dikeve nav tengijîneke mezin. Çimkî pergala modernîteyê ya xwedî angaşta ku ji bo çareserkina pirsgirêkên civakî derketî, ji bo ku bi xwe çavkanî û sedema pirsgirêka ne, şûna çareserkirina pirsgirêkan, wan mezintir, kûrtir û berfirehtir dike. Ev tenê weke tez û angaşteke bêbingeh û teorîk nîne bêguman; ji bo vê gava mirov tenê çavekî li sedsalên dawî, her du şerên cihanê, karesat û bobelatên di serê civakê de anîn binere, bi awayekî eşkere û zelal rastiya vê derbirînê derdikeve holê.   * Jinên ku ji bo debara xwe û malbata xwe bikin hem li nav erdan, hem jî li fabrîkeyan dixebitin, mafê wan ê sîgorte, ewlehiya karî û teqawidbûyînê tê binpêkirin. Jinan ku got "jiyana me perçe perçe bûye", bal kişandin ser girîngiya têkoşîna rêxistinbûyî.    * Piştî Deriyê Sînor ê Xebûrê ji ber koronavîrusê hat girtin, çay, şekir û tiştên tûtinî yên ji Iraqê dihatin jî li Şirnex û navçeyên wê ji sedî 50 hatin bihakirin.    * Partiyên HDP, CHP, ÎYÎ û MHP dê li meclîsê civînên komên xwe li dar bixin.    * Têkidarî geşedanên li Idlibê dê li meclîsê civîna girtî bê lidarxistin.    * Li Wan, Riha, Mêrdîn, Stenbol û gelek navendên din dê dêkildarî 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê çalakî bên li darxistin û daxuyanî bên dayîn. (10.00 - 18.00)    * 2'emîn danişîna doza Polîs Abdullah E. yê li Sûrê zaroka 12 salî Helîn Hasret Şen  kuşt, dê li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin. (10.00 - 16.00)   * Endamên Meclîsa Şaredariya Cizîrê yên HDP'î ku Qeyûm tayînî wê hatiye kirin û ji şaredariyê hatine dûrxistin dê li pêş şaredariyê kom bibin. (10.00)   * Nûnerên partiyên siyasî, akademîsyen û nûnerên rêxistinên civakî dê têkildarî penaberên li ser sînorê Edîrneyê li Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (11.00)    * Odeya Tabîban a Enqereyê (ATO) dê têkildarî Nexweşxaneyên Bajaran li avahiya xwe civîna  çapemeniyê li dar bixin. (12.30)   * Rêxistinên pîşeyi yên tenduristiyê dê têkildarî Mîtînga Spî ya di 15'ê Adarê de li dar bixin, li Odeya Tabîban a Stenbolê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.30)    * Koordînasyona Bajar a TMMOB'ê ya Amedê dê têkildarî 3'ê Adarê Roja Têkoşîna li dijî Cînayetên Kar dê li Odeya Endezyaran a Madenê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.30)