Koordinatora ÎHOP'ê Salman: 'Mirina medenî' li civakê ferz dikin 2017-12-16 10:04:02 EDENE - Koordînatora Giştî ya ÎHOP'ê Feray Salman, diyar kir ku hikûmet zextê li ser aqil û wîcdanê her kesî zêde dike û "Mirina Medenî" li ser civakê ferz dike.  Di 63'emîn salvegera Hefteya Mafên Mirovan a Cîhanê ku Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan hatiye qebûlkirin de Koordînatora Giştî ya Platforma Hevpar a Mafên Mirovan (İHOP) Feray Salman, bal kişand ser binpêkirinên mafên mirovan yên serdema salên 1990'an û niha.  Salman, anî ziman ku rewş û şertên wê demû û niha ji hev pir cuda ne  û wiha got: "OHAL rê li pêş gelek binpêkirinên mafan vedike û ji ber OHAL'ê gelek binpêkirinên mafên mirovan nayê dîtin. Di pêvajoya OHAL'ê de biçavkirin, girtin zêde bûn. Komele û sazî hatin girtin. Ev bêtir rê li pêş binpêkirina mafên mirovan vedike. Tirkiye di mijara binpêkirina mafên mirovan de ji xwe dewletek bi pirsgirêk e. Bi reformên heta sala 2014'an pirsgirêkên heyî nehatin çareserkirin. Îro pirsgirêk bûye wekî pergalek bi rêk û pêk û binpêkirin zêde dibin.    ‘RAKIRINA OHAL’Ê TER NAKE'    Feray Salman, destnîşan kir ku li Tirkiye kaos/tevlihevî serdest e û wiha axivî: "Ji bo tevlihevî rabe divê berî her tiştî OHAL bi dawî bibe. Ji bo Tirkiye ber bi rewşa asayî ve biçe divê OHAL rabe. Divê disa daraz serbixwe be û hiqûq serdest e. Lê em dibînin ku daraz û hiqûqê zerar dîtiye. OHAL'a salên 90'an tenê li bajarên herêmê hebû. Zext û zilma li bajarê herêmê dihat kirin bajarên rojavayên Tirkiye bê agahî bû. Ji bo me ev pêvajoya OHAL'ê ne nû ye. Tê bîra min ku di salên 90'an de Şaxa ÎHD'ê ya Amedê 3,5 deqîqeyan vekî ma. Dihat vekirin û dîsa dihat girtin. Derî dihat vekirin dîsa digirtin. Hevalên me yên parazvanên mafên mirovan hatin kuştin."    ROLA MEDYA ZÊDE YE'   Salman, destnîşan kir ku cudahiya niha pêk tê ya ji salên 90'an ewe ku îro hemû kesên muxalif bûne hedef. Salman, bal kişand ser zimanê medyayê û wiha got: "Zimanê medya rê li pêş îhlalan vedike. Mînara vê yekê nûyên der barê civîna parazvanên mafên mirovan a li Buyuk Ada  balkêş e. Rastî berovajî kirin. Bi çavê îktîdarê bûyer pêşkêş kirin. Rastiya îktîdarê wekî rastiya hemû civakê didin nîşan. Ev yek rê li pêş parastina mafên mirovan digire. Nerîn û fikrên cuda nayên dîtin û ser fikrên cuda tê girtin. Em dikarin bi aqil û wîcdanê xwe bigêjin heqîqetê. Lê îro li ser aqil û wîcdanê her kesî zextên mezin hene. Em dikarin bêjin aqil û wîcdanê me jî hatiye girtin. Di salên 90'an de rê li pêş heqîqetê vekirî bû. Niha rê hatiye girtin.    'MIRINA MEDENÎ FERZ DIKIN'   Salman, herî dawî bilêv kir ku îktîdar li ser civakê "Mirina medenî" ferz dike û wiha berdewam kir: "Girtinên keyfî û li dijî hiqûqê rê li pêş "Mirina medenî" vedike. Mirov bi keyfî ji kar tên derxistin. Mirov bi keyfî tên mexdûr kirin. Xizanî, betalî û jarî her diçe zêde dibe. Yek ji taybetmendiya tundiyê jî "cudakarî" ye. Sûcê nifrînê tê zêdekirin. Tu carî cudakarî ew qas bi hovitî pêş neketibû. Ji ber vê yekê her kes bêtir xwe xerab hîs dike. Ji bo ev yek bi dawî bibe divê serdestiya hiqûqê hebe. Divê mafên mirovan bê parastin."    Salman, serem û aqûbeta Hitler û Mussolinî bibîrxist û wiha got: "Ev pergala îro jî dê bi dawî bibe û divê em ji vê yekê bawer bikin û li dijî binpêkirinan bi wêrekî di ber xwe bidin."    MA / Berivan Altan - Hamdullah Kesen