Hevşaredara Peyasê Yilmaz nehat berdan 2020-03-02 16:36:34 AMED – Hevşaredara Peyasê Kezîban Yilmaz a qeyûm tayînî şûna wê hat kirin û hatibû girtin di danişîna duyemîn de jî nehat berdan.  Bi fermana Wezareta Karê Hundir, Hevşaredara Peyasê ya Amedê Kezîban Yilmaz ji wezîfeyê hatibû girtin û bi angaşta “Endama rêxistinê ye” hatibû girtin. Danişîna duyemîn a doza derbarê Yilmaz a girtî ye li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Yilmaz ji Girtîgeha Bunyana Kayseriyê bi rêya dîmen û deng (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû. Gelek parêzer û nûnerên partiyên siyasî piştgirî dan dozê.    HETA 15 SALAN CEZA HAT XWESTIN   Dozger di danişînê de li ser îfadeyên îtîrafkar Hîcran Berna Ayverdî heta 15 salan ceza ji Kezîban Yilmaz re xwest.    BO PARASTINÊ DEM HAT XWESTIN    Kezîban Yilmaz li dijî biryara dozgeriyê parastina xwe kir û ji bo dikaribe parastina xwe bike dem xwest.    Parêzerên Yilmaz jî parastinê kirin û xwestin miwekîla wan were berdan.    DANIŞÎN HAT TALOQKIRIN    Heyeta dadgehê bi biryarên derbarê Yilmaz de delîlên şênber, rapora tenduristiyê ya hatiye pêşkêşkirin ji bo şertên girtîgehê ne asteng e, ji ber sûc dê tedbîra kontrola edlî kêm bimîne û bi gumana dê bireve dewama girtina wê da. Dadgehê danişînê taloqî 16’ê adarê kir.