Dayika Helîn Şen: Bibin piştekê têkoşîna me ya edaletê 2020-03-02 14:43:35 AMED - Duyemîn danişîna doza polîs Abdullah E. ê ku li Navçeya Sûrê Helin Şen bi sucdariya "Bi zanebûn kuşt" tê darizandin dê sibê bê dîtin. Beriya danişînê Dayika Şen Nazmiye Şen û Şaxa ÎHD'ê ya Amedê xwest her kes hestiyar tev bigerin û bibin piştekê têkoşîna edlî.  Zaroka 12 salî Helîn Şen, di qedexeya derketina kolanan a Sûra Amedê de dema di 12'ê Cotmeha 2015'an de ji bo nan bistîne derket kolanê, polîs Abdullah E., ji maşîna zirxî ya Kabro li ser wê gule reşandin û ew kuştibû.  Der barê polîs Abdullah E. de bi sucdariya "Bi zanebûn kuştiye" doz hat vekirin. Piştî 4 salan doz hat vekirin û dozger bi der barê polîs de ji 2 salan heta 6 salan ceza xwest. Derket holê ku Abdullah E. carekê bi navê "Şahit" îfade daye. Dîsa hat hînbûn ku ajokarê maşîneyê F.U. jî hatiye guhertin. Duyemîn danişîna dozê dê sibê li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin. Di çarçoveya lêpirsînê de polîs Abdullah E., ajokarê maşîna zirxî F.U. 7 polîsên li herêmê îfade dan. Bersûc Abdullah E. piştî bûyerê 82 roj şûnde di 2'ê çileya 2016'an de wekî şahid îfade da û gotibû: "Ji bo em êrîşên li ser xwe belav bikin me êrîşî cihê ku gule jê dihat kir. Piştî lêpirsînê îfade guhert. 85 roj şûnde ajokarê maşînê polîs F.U jî heman îfade da. Bersûc Abdullah E., di îfadeya xwe ya berê de israr kir, lê ajokarê maşînê F.U., piştre îfadeya xwe guhert.    BANGA TEVLÊBÛNÊ      Danişîna duyemîn dê sibê bê dîtin. Beriya danişînê Dayika Şen ’Nazmiye Şen û rêvebrên Şaxa ÎHD'ê ya Amedê bi kurdî û tirkî vîdeo amade kirin û dan pêşandan û banga tevlêbûnê kirin. Nazmiye Şen û parazvanên mafên mirovan bang li her kesî kirin û xwestin piştgiriyê bidin têkoşîna wan a edlî. ÎHD'ê vîdeo li ser hesabên xwe yên medya civakî parve kirin û banga tevlêbûna danişînê u piştgiriyê kirin. Di vîdeoyan de gotin “Em ji bo Helin Şen edaletê dixwazin." Di vîdeoyan de banga “Em dixwazin li ser vê axê kenê zarokan qut nebin. Ji bo vê yekê divê faîl cezayê heq dikin bibînin. Em ji bo Helin û zarokên din edaletê dixwazin. Qetilkirina zarokan nayê qebûlkirin. Em hemû kesên hestiyar dawetî duyemîn danişîna sibê (3 Adar 2020) a li #Yememîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ya saet di 11.00'an de bê dîtin dikin. Em dixwazin her kes ji bo edaletê deng bidin dengê me û têkoşînê xurttir bikin." hat kirin.    Dayika Hêlîn Şen Nazmiye Şen, diyar kir ku 5 salin têkoşîna edaletê dide û xwest her kesên edalet û mafên mirovan dixwaze deng bidin dengê wê û wê tenê nehêlin. Şen xwest her kes li Edliyeya Amedê kom bibin û piştgiriyê bidin wan.