TJA: Bila êşa li ser sînor bi dawî bibe 2020-03-02 13:59:57   AMED - Tevgera Jinên Azad (TJA), diyar kir ku îqtidara Tirkiyeyê penaberan îstîsmar dikin xwest Tirkiye û Ewropa dawî li vê êşa mirovan a li ser sînor bînin.    Tevgera Jinên Azad (TJA), têkildarî rewşa penaberên li ser sînor daxuyaniya nivîskî da. TJA'yê anî ziman ku ji ber hişmendiya mêrê desthilatdar a bi hezar salan ku di asta barbarî û hovîtiyê de komkujiyan pêş dixe, bi milyonan penaberên neçar dimînin ku ji cih û warên xwe koçber bibin. TJA'yê anî ziman ku li gorî daneyên dawî nêzî 70 milyon penaber neçar man koçber bibin û wiha got: "Di encama şer de bi taybetî jin mexdûr dibin û bedelên giran didin.  Penaberên jin ku rastî tundiya mêr tên, bi taybetî di penaberiyê de tundiya mêr a li ser wan zêdetir dibe. Jinên ku ji ber şerê dijwar berê xwe dan Tirkiye û têkoşîna jiyanê dan, piştî rêwîtiyek dûr, dirêj û dijwar îro dîsa tevî zarokên xwe dikevin rêwîtiyek din. Jinên ku li ser sînor tên rawestandin rastî tacîz û êrîşên zayendî yên fîzîkî tên.  Tirkiye penaberan dikin mijara îstîsmarê. Bi taybetî di heyama îqtîdara AKP–MHP'ê de penaberî kirine mijara îstîsmarê. Tirkiye penaberan bi Neteweyên Yekbûyî re dikin mijara bazarê. Kirine ranta siyasî. Em bang li jinan û hêzên demokratîk dikin ku dawî li ve dramê bînin û dixwazin berpirsiyariya xwe pêk binin."