Meclîs li dijî binpêkirinên mafan ker e 2017-12-16 09:49:58 ENQERE - Serokatiya Meclîsê, hema hema hemû mijarên têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bê bersiv dihêle û li hemberê binpêkirinên mafan ên xwe didin der xwe li nedîtiyê datîne.  Serokatiya Meclîsê, pêşniyarpirs û daxwazên lêkolînê yên der barê binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Tirkiyeyê bêbersiv dihêle. Bersiva ku ji bo pêşnizyapirsa ku Parlementera HDP'ê ya Amedê û di heman demê de endama Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê Sîbel Yîgîtalp ku der barê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan de berpêşî Serokatiya Meclîsê hatibû kirin hat dayîn nîşan dide ku binpêkirinên mafan çawa tên piştguhkirin.    443 CARAN HAT PIRSÎN 8 CARAN HAT BERSIVANDIN    Di bersiva ku bi îmzeya Wekîlê Serokatiya Meclîsê Ahmet Aydinê AKP'î ji Yîgîtalpê re hat şandin de, di Serdema Qanûnçêkirinê ya 26'emîn de der barê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan de bi awayekî nivîskî tenê 443 pêşniyazpirs berpêşî Serokatiya Meclîsê hatine kirin. Ji van pêşniyazpirsên navborî 8 heb tenê hatine bersivandin. 353 pêşniyazpirs jî ji ber di dema xwe de nehatine bersivandin tenê di Lîsteya Kaxezên Hatine de cih girtin û hatin tomarkirin.    Her wiha di heman serdemê de têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan 50 pêşniznayên lokolîniyî jî berpêşî Meclîsê hatin kirin, lê belê ji vana tenê ji bo 3 heban kirarî hatin destpêkirin û nediyar e ka pêşniyaznameyên din wê kengî têkevin rojevê.    MA / Hayri Demir