DEDAŞ'ê li kuçeya koşka trafo ava kir 2017-12-16 09:49:16 AMED - DEDAŞ'ê li kuçeyeke Kolana Melîk Ahmetê ya Sûrê koşka trafoyan ava kir. Ev rewş şêniyên taxê bêzar kir.  Şîrketa Anonîm a Belavkirina Ceryanê ya Dîcleyê (DEDAŞ), li nêv Kuçeya Bekir Paşa ya Kolana Melîk Ahmetê ya Taxa Lalebey a Sûra Amedê koşka trafoyan a bi navê "Koşka monoblok a bihucrik a modulî" ava dike. Ji bo li nêv kuçeyê trafo bê bicihkirin hîm hat avêtin. Lê belê şêniyên taxê ji vê yekê nerazî ne û diyar dikin ku ev yek ji bo zarokan talûke ye.    ‘DIVÊ JIYANA MIROVAN EVQASÎ NE ERZAN BE'    Welatiyê bi navê Çetîn Yagû ku 20 sal in li Kuçeya Bekir Paşayê rûdinê, diyar kir ku qada ku dê trafoyê navborî lê bê bicihkirin qada jiyan û lîstikê ya zarokên kuçeyê ye. Yagû balê kişand ser talûkeyên ku dê xwe bide der û wiha bertek nîşan da: "Dema kesek bimire dê kî hesab bide. Wê bêjin serê we sax be, an jî wê sed lîreyî bidin. Divê jiyana mirovan evqasî ne erzan be. Jixwe her tişt li holê ye. Xebatkarên DEDAŞ'ê hatin û li gor serê xwe kolandin û çûn. Hemû taxî hatine bêdengkirin, dema ji gel kesek bertekê nîşan dide 10 kes dertên pêşiya wî/ê. Ma yê gel çi bike."    Esnafê taxê Ammar Çelîk anî ziman ku wan ev rewş ragihandiye rayedaran lê belê tu encam jê derneketiye û di dema avakirina trafo de tu tevdîrên ewlehiyê nehatine girtin û ev tişt gotin: "Çend roj berê zarokek dema dilîst ket koncala ku ji bo trafo hatiye kolandin û lingê wî şikiya. Di dema xebatê de şirîdeke ewlehiyê jî nehat kişandin. Ev kuçe ji bo bicihkirina trafo ne dereke guncav e."    Esnaf Zubeyîr Cemal jî got ku divê cihê trafo bê guherandin û wan îtirazî vê rewşê kiriye. Cemal wiha got: "Piştî me îtiraz kir rayedar hatin nihêrîn. Lê belê gotin ew ê projeya ku wan çê kiriye bisepînin. Yanî îtirazên me jî bi kêr nehatin."    ‘LI GOR KÎJAN KRÎTERAN TÊ BICIHKIRIN'    Ronahî Gundogan jî destnîşan kir ku bicihkirina trafo qada jiyanê ya zarokan xistiye talûkê û ev tişt gotin: "Em naxwazin li vir trafo bê bicihkirin. Ji bo bê rakirin çi ji destê me bê em ê bikin. Trafo li gor kîjan krîteran tê bicihkirin?"