Dadgehê 18 meh ceza da Endamê MYK'ê yê KKP Kazici 2020-03-02 12:43:45 AMED - Dadgeha Amedê, 18 meh û 22 roj ceza li Endamê MYK'ê yê KKP'ê Yaşar Kazici  birî  2'emîn danişîna doza endamê Lijneya Rêveberiya Navendî ya Partiya Komînîst a Kurdistanê Yaşar Kazici li 9'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Dadgehê bi hinceta li ser medya civakî "Propaganda rêxistinê kiriye" 18 meh û 22 roj ceza li Kazici birî. Yaşar Kazici tev li danişînê bû. Dozger îdîa kir ku Kazici propaganda kiriye û xwest Kazici bê cezakirin. Heyeta dadgehê jî bi îdîaya Kazici propaganda kiriye li gorî xala TMK ya 7/2'an 1 sal û 6 meh û 22 roj yanî 18 meh û 22 roj ceza li Kazici birî û ceza taloq kir.