Qeyûmê Qoserê meclîs kir betlanê! 2020-03-02 11:46:33 MÊRDÎN - Qeyûmê tayînê Şaredariya Qoserê hat kirin, ji endamên Meclîsê yên HDP’ê ku xwestin beşdarî civîna mehane ya Meclîsê bibin û nelirêtiyên derbarê şaredariyê de yên di çapameniyê de tên dayîn bên lêkirin re, got “Meclîs di betlanê deye” û ew asteng kirin.  Endamên Meclisê yên HDP’î ji bo ku beşdarî civîna mehane ya Şaredariya Qoser a Mêrdînê ya di 4’ê Mijdara 2019’an de qeyûm tayînê wê hat kirin bibin çûn avahiya şaredariyê. Lê polîsan endamên meclîsê asteng kirin. Piştî qeyûm tayînê şaredariyê hat kirin ev bû cara 5’emîn ku polîs endamên Meclîsa Şaredariyê yên HDP’ê asteng dike û destûr nade wan bikevin avahiya şaredariyê. Endamên Meclîsê, li ser vê yekê girteka hinceta astengkirina xwe ji polîsan xwestin. Polîsan, diyar kirin ku heya qeyûm ji bo civîna Meclîsa Şaredariyê bangî wan neke, ew ê destûr nedin ku bikevin avahiya şaredariyê û wiha got: “Ger bangî we bê kirin, nûmareyên we hene. Dema li we geriyan hûnê werin.”    Endamên meclîsê li dijî van gotinên polîsan derketin û diyar kirin ku di şaredariyê de karên nelirêtiyê tên kirin û agahiya ji Şaredariya Qoserê 14 hezar litre mazot hatiye dizîn hene. Endamên meclîsê bertek nîşan dan û gotin: “Em hatin vê derê. Em dixwazin bi zanibin ka li şaredariyê çi di qewime. Divê  lêpirsîn bê dest pê kirin. Lazime ku derbarê vê de agahî ji bo me bê dayîn. Hin tişt dibin û weke meclîsa şaredariyê tu agahiya me pê tuneye.” Polîsan li ser vê yekê gotin; “Meclîs niha di betlanê deye. Niha Meclîs tuneye. Çi dema gazî we kirin, hûnê werin vê mijarê danîn ser maseyê. Ev mijar ne mijarên wisan ber hewane.”   Endamên Meclîsê, dan zanîn ku Meclîs ne di betlanê deye û ev bêqanûniye û dûre li ber avahiya şaredariyê veqetiyan.