Qedexeyên derketina derve jiyan li gundiyan herimand 2017-12-16 09:48:36 COLEMÊRG – Gundiyên li gundê Goranîs ê girêdayî Colemêrgê bi sewalvaniyê debara xwe dikin, anîn ziman ku ji ber qedexeyên derketina derve ku tim tên îlankirin ew nikarin ji gund derkevin.  Şêniyên gundê Goranîsê yê girêdayî navenda Colemêrgê ji zext û zoriyên dewletê gilîdar in. Li vî gundê ku 40 mal lê hene, gundî debara xwe bi sewalvaniyê dikin. Gundiyan diyar kir ku ji ber bêavîtiyê tu berdarî tune ye û ji ber qedexeyên derketina derve yên tim tên îlankirin mexdûriyeta wan zêdetir dibe. Gundiyê bi navê Salîh Bayhan ku li gund pez xwedî dike wiha axivî: "Heke havînan ne ji ber zor û zehmetiyên ku dewlet derdixe be, li van deran jiyana me xweş e û em kêfxweş in û derfetên me hene. Lê belê ji ber zor û zehmetiyên ku dewlet derdixîne tu huzûra gel nemaye."    Bayhan got ku ew nikarin erdê xwe yê berdar biçinînin û ev tişt gotin: "Derdora gundê me dûz e û hemû erd avî ne. Lê belê ji dawiya Hezîranê ve av namîne. Kaniyên heyî têr nakin. Ji ber bêavîtiyê spî dikevin heywanên me û nexweş dikevin. Bi taybetî me îsal tu tişt ji mêrgan wernegirt. Em mecbûr man ku em ka û giha bikirin."    ‘HER DER QEDEXE YE'    Bayhan balê kişand ser zor û zehmetiyên ji ber îlankirin qedexeyên derketina derve û operasyonên leşkerî û wiha got: "Her roj operasyon li cihekî ye. Tevî vê ew der qedexe, ev der qedexe. Êdî em nikarin ji gund derkevin. Ji ber vê em nikarin çandiniyê bikin."    Cebraîl Bayhan ku amadekariyên zivistanê dike got ku her havîn ji ber operasyonan riyên gundên wan tên girtin û ev tişt gotin: "A rast heke ava gundê me çareser bikiranan û riyên me negirtanan wê çaxê em ê ji jiyana gund memnûn bin. Hem li jora gund hem jî li jêra gund qereqol heye, lê dîsa jî riyên me digirin. Dema kesek li gund nexweş bikeve em nikarin nexweşê xwe bibin. Ma li gundê ku riya wî tune be mirov dikare qala jiyanê bike?"    'NAHÊLIN EM HEYWANÊN XWE BIÇÊRÎNIN'    Bayhan diyar kir ku wan ji bo çêkirina cihoka avê gelek caran serî li rayedaran daye, lê belê tu tişt nehatiye kirin. Bayhan got ku havînan li gund dilopek av jî tune ye û ji ber vê ew nikarin erdê xwe biçinînin. Bayhan got ku wan gelek caran serî li rayedaran daye, piştî serlêdanan hatine li rewşê nihêrîne lê belê tu tişt nekirine. Bayhan destnîşan kir ku ne bend çê kirine ne jî dihêlin ew li derveyî gund heywanên xwe biçêrînin.