Dadgehê 2 sal û mehek ceza li Rojnameger Oruç birî 2020-03-02 11:11:15 AMED – Danişîna doza Rojnameger Azîz Oruç li Amedê hağt dîtin. Heyeta dadgehê 2 sal û 1 meh ceza li Rojnameger Azîz Oruç birî.  10'emîn danişîna doza Rojnameger Azîz Oruç a ji ber parvekirinên medya civakî bi îdiaya "Propaganda rêxistinê kiriye" di sala 2017'an de doz lê hatibû vekirin,  li 9'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Di danişînê de Rojnameger Oruç ji Girtîgeha Tîpa L a Patnosê bi rêya SEGBÎS'ê tev li danişînê bû. Parêzerê Oruç Ferhat Kilinç û bavê Oruç Halil Oruç jî di navde gelek rojnameger tev li danişînê bûn.    DOZGER CEZA XWEST DADGEH CEZA BIRΠ   Di danişînê de dozger bi îdîaya Oruç propaganda kiriye ceza xwest,  Piştre Rojnameger Oruç, parastin kir û got: “Ez rojnameger im, parvekirinên ku min kirin bi armanca nûçeyê ye. Ez sucdariya li ser xwe qebûl nakim, Ez beraeta xwe dixwazim."    Parêzerê Oruç Ferhat Kilinç jî anî ziman ku parvekirinên Oruç nûçe ne û wê demê di Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê de dixebitî û wiha got: “Parvekirin li ser nûçeyan bûn. Tu suc li ser muwekilê min tune. Divê beraet bike."    Piştre heyeta dadgehê biryar da û der barê Oruç de 2 sal û mehek ceza li Oruç birî.