Êrişî avahiya HDP’ê ya Aydinê kirin 2020-03-02 10:59:57 AYDIN – Li Aydinê kes ango kesên nasnameya wan nediyar êrişî avahiya Rêxistina HDP’ê ya Aydinê kirin.  Li Aydinê kes ango kesên nediyar êriş birin ser avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bajêr. Rêveberên HDP’ê ragihandin pêr jî êrişek bi vî rengî pêk hatiye û li emniyetê giliyê êrişkaran kirine, lê heman êriş duh bi şev jî pêk hatiye.    Hevseroka Rêxistina HDP’ê Elvan Ortaklar bertek nîşanî êrişê da û got ji bo leşkerên li Idlibê hatin kuştin duh meşek hatiye lidarxistin û piştî wê êriş pêk hatiye. Ortaklar got ew ê dîsa giliyê êrişkaran bikin.