Rojnameger Sayilgan û Kaya hêj di bin çavan de tên girtin 2020-03-01 14:05:35   STENBOL  - Nûçegihanên me Îdrîs Sayilgan û Nacî Kaya, duh li Edîrneyê hatin binçavkirin. Sayilgan û Kaya hêj di bin çavan de tên girtin.     Nûçegihanên ajansa me Îdrîs Sayilgan û Nacî Kaya, duh li Edîrneyê gava nûçeyn der barê penaberan de dişopandin hatin binçavkirin. Sayilgan û Kaya birine Fermandariya Cendirmeyan a Navendî ya Edîrneyê û ji wan re gotine "Li deverên qedexe girtina dîmenan qedexe ye."  Ji xeynî Sayilgan û Kayan hin rojnamevanên din jî hatine binçavkirin. Sayilgan û Kaya hêj di bin çavan de tên girtin. Balkêş e herêma ku Rojnameger lê hatin binçavkirin ji bo penaberan ne qedexe ye, lê ji bo rojnamegeran weki herêma qedexe hat pênasekirin.