3 rojnamegerên din jî hatin binçavkirin 2020-03-01 08:26:28 NAVENDA NÛÇEYAN - Gerînendeyê Weşana Giştî yê Nûçeyan a Yakin Dogu Alptekîn Dûrsûngolû, li ser hesabê xwe yê medya civakî ragihand ku hatiye binçavkirin. Hat diyar kirin ku nûçegihanê Rûdawê Rawîn Sterk û kameravan Mehmet Şîrîn Akgûn jî, hatine binçavkirin.   Gerînendeyê Weşana Giştî yê Nûçeyan a Yakin Dogu Alptekîn Dûrsûngolû, li ser hesabê xwe yê medya civakî ragihand ku hatiye binçavkirin. Dûrsûnoglû yê sedama binçavkirina xwe diyar nekir wiha, ev parvekirin kir; “Niha ez têm binçavkirin.”   Li aliyê din nûçegihanên Ajansa Mezopotamya (MA) Îdrîs Sayilgan û Nacî Kaya jî, ji bo ku rewşa penaberan bişopînin çûbûn Edîrnê, hatibûn binçavkirin.    Di heman demê de, hat ragihandin ku nûçegihanê Rûdawê Rawîn Sterk û kameravan Mehmet Şîrîn Akgûn jî, hatine binçavkirin.