Xizmên windayan: Vir qada heqîqetê ye 2020-02-29 14:32:33 AMED / ÊLIH – Xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan li Amed û Êlihê ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin, lêgerîna xwe berdewam kirin, Malbatan anîn ziman ku çîrokên windayan ne pêvebestî ye, rastiya jiyanê bi xwe ye û wiha gotin: "Ev der qada heqîqetê ye. Divê faîl bên darizandin."    Xizmên windayan û Komîsyona Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) yên Ame dû Êlihê ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin çalakiyên xwe li Amed û Êlihê berdewam kirin.    AMED    Xizmên windayan û Şaxa ÎHD'ê ya Amedê ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin di hefteya 577’an de bi dirûşmeya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" li ber avahiya ÎHD'ê ya Amedê kom bûn. Malbatan disa wêneyên windayan rakirin û çîroka windayan xwendin. Di çalakiyê de nûnerên rêxistinên civakî û parazvanên mafên mirovan amade bûn. Dîsa polîsan li qada çalakiyê kom bûn û çalakger dorpêç kirin. Endamê Komîsyana Windayan ê Şaxa ÎHD'ê Hasan Yalçin, diyar kir ku 577 hefte ne li aqûbeta windayan digerin, lê hêj daxwazên wan pêk nehatiye. Yalçin, anî ziman ku daxwazên wan pir zelal in û dixwazin winda bên dîtin û faîl bên darizandin. Yalçin, anî ziman ku bang li rayedarên îqtîdarê û partiyên siyasî dikin ku daxwazên wan li ber çavan bigirin û bersûcan derxin pêşberî dadgehê.   Yalçin, da zanîn ku li gel delîlên şênber bersûc Yavuz Erturk, Musa Çitil û Cemal Temizyuz hatin beraetkirin û xwest darazek serbixwe û adîl bê avakirin. Yalçin, anî ziman ku ew li rastiya jiyanê digerin û wiha got: "Ev ne pêvebestî û xeyal e. Ev çîroka jiyana rastîn e. Ev der qada heqîqetê ye. Daxwazên me pir zelal in. Em xizmên windayan li vir xizmên xwe dixwazin û dixwazin bersûc bên darizandin û cezakirin."    AQÛBETA CUNEYT AYDINLAR PIRSÎN    Piştre Nûray Barçîn axivî û aqûbeta xwarziyê xwe Cuneyt Aydinlar ê di 20'ê Sibata 1994’an de li Zanîngeha Stenbolê ji aliyê polîsên TEM'ê ve hat binçavkirin û windakirin pirsî.    ÊLIH    ‘BILA FAÎLÊN CAN Û KAYA BÊN DÎTIN '   Xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan ên Êlihê jî bi heman armancê di hefteya 483'an de di pêşengiya ÎHD'ê kom bûn û aqûbeta windayan pirsîn. Xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan li vir pankarta "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" vekirin û daxuyanî dan. Rêvberê ÎHD'ê yê Êilihê Fahrettin Asutay, anî ziman ku der barê sedan kesên hatin windakirin de dosya hatiye vekirin, lê heta niha tu gav nehatiye avêtin. Asutay, wiha got: "Di 21'ê Sibata 1993’an de li Xarpêtê Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Xarpêtê Prz. Metin Can û Endamê ÎHD'ê Dr. Hasan Kaya revandin û winda kirin. Can û Kaya 27 sal berê hatin windakirin û hêj agahî ji wan nayê girtin. Ji bo Can û Kaya bên dîtin em têdikoşin û em ê têkoşîna xwe berdewam bikin.    Li Amed û Êlihê piştî daxuyanî dan koma beşdarî çalakiyê bûn 5 deqîqeyan rûniştin û piştre belav bûn.