Ji bo kesên li Mêrdînê hatin binçavkirin qedexeya parêzeran 2020-02-29 14:07:53 MÊRDÎN – Ji bo 5 kesên, Hevseroka HDP’ê ya Mêrdînê Perîhan Agaoglû jî di nav de yên li Mêrdînê hatin binçavkirin hevdîtina parêzeran qedexe kirin.  Polîsan di saetên serê sibê de li Mêrdîn û navçeyên wê, bi ser malan de girtin û gelek kes binçav kirin. Hejmara kesên hatin binçavkirin zêde bûn. Ligel Hevseroka HDP’ê Perîhan Agaoglû û Hevserokê bajêr ê berê Mûsa Alkan, Mehmet Ulger, Memet Dengîz ê 60 salî û ji Baroya Mêrdînê Alî Kahraman hatin binçavkirin. 5 kesên bi hinceta xebatên partiyê yên salên 2013 û 2014'an hat binçavkirin, li Şaxa TEM’ê ya Midûriyeta Polîsan a Mêrdînê tên girtin.    Parêzeran xwestin ku bi muwekîlên xwe re hevdîtin bikin, lê bi hinceta hevdîtina parêzeran hatiye qedexekirin, destûr nehat dayîn.