Ji pênc deqîqeyan carek otobus penaberan dibin Edîrneyê 2020-02-29 13:43:06 STENBOL – Piştî êrişa li Idlibê ku hikumetê got “deriyê sînor vekiriye” çûyîna penaberan a ber bi Edîrneyê ve didome. Ji Otogara Esenlera Stenbolê ji 5 deqîqeyan carek otobus penaberan radike.  Piştî ku li Idlibê 36 leşkerên TSK’ê hatin kuştin, Tirkiye ji bo welatên rojava piştgiriyê bidin kozê penaberan carek din xist dewrê. Li ser daxuyaniya rayedarên AKP’ê ya ku got “me deriyên sînor vekiriye” bi deh hezaran penaber ber bi Edîrneyê ve diçin. Li ser fermana hikumetê penaberan vediguhezînin Edîrneyê. Niha li sînor bi hezaran penaber sekinîne. Rêwîtiya ji Stenbolê ber bi Edîrneyê ve jî didome.    BI HEZARAN PENABER LI OTOGARÊ SEKINÎNE   Ji Otogara Esenler a Stenbolê bi hezaran penaber ber bi Edîrneyê ve dikevin rê. Fîrmayên otobusan ji 5 deqîqeyan carek otobusan tije dikin û dişînin Edîrneyê. Hema bêje hemû otobusên radibin berê wan li Edîrneyê ye. Tevî ku otobus li ser otobusê radibe jî hêj bi hezaran penaber li Otogarê û derdora wê li benda çûyînê ne. Penaber kelûpelên xwe hildane dest û pişta xwe û tekane hêviya wan bûye vekirina deriyê sînor. Tevî ku dizanin hêj deriyê sînor girtî ne jî bi hêviyek mezin ber bi rêwîtiyek nayê zanîn ve derdikevin rê.    Piraniya van penaberan ji ciwanan pêk tê. Li gel bi hezaran malbatan bi hezaran zarok jî hene. Dîmenên çûyîna penaberan û dîmenên penaberên li Edîrneyê sekinîne trajediyek din dide nîşandan.