'Emê li dijî kesên qezencên jinan dikin hedef li qadan bin’ 2020-02-29 13:42:31 MÊRSÎN – Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Mêrsînê, wê di 8’ê Adarê de, li dijî kesên qezencên jinan dikin hedef li qadan bin.  Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mêrsînê, bernameya xwe ya bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê amade kiribû, ji raya giştî re aşkere kir. Civîna çapemeniyê li avahiya partiyê hat lidarxistin. Hevseroka HDP’ê ya Mêrsînê Gulbahar Şofer, di civînê de axivî û wiha got: “Em ê îsal di 8’ê Adarê de, li dijî hişmendiya serdest a zilam, mafê xwe yê jiyanê û azadiya xwe ya siyaset kirinê li qadan bin. Emê li dijî kesên qezencên jinan dikin hedef têbikoşin.   Şofer, piştî axaftinê bernameya çalakiyên di 8’ê Adarê de li dar bixin, parve kir.