Bayindir: Her roja diçe fikarên gelê kurd mezintir dibe 2020-02-29 10:30:30 AMED - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, diyar kir ku divê demildest daxwazên hevjînê yên parêzer û malbatê yên bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re bên qebûlkirin û got: “Her saeta darbas dibe fikarên gelê kurd mezintir dibe.”  Di 27’ê Sibatê de li Greva Îmraliyê ya ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Veysî aktaş û Hamîlî Yildirim lê dimînin şewatê rû dabû. Ligel 3 roj bi ser şewatê re derbas bûn jî, rayedarên hikumet û dewletê heya niha tu daxuyaniyeke ku guman û fikaran ji holê rabin nedane. Parêzer û malbat ji bo ku rewşa girtiyan hin bibin, ji bo hevdîtinê serlêdan kiribûn, lê ji bo wan jî tu bersiv nehat dayîn. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, bertek nîşanî xemsariya hikumet û rayedaran da û bang li hikumetê kir ku berpirsiyartiya xwe demildest bi cih bîne.    Bayindir, anî ziman ku daxuyaniyên Wezîrê Karê Hûndir Suleyman Soylû raya giştî îqna nekirin, berevajî hîn zêdetir kir nava fikaran. Bayindir, da zanîn ku berê jî li dijî Ocalan gefên cîdî yên wiha hatibûn kirin û wiha got: “Piştî şewatê fikarek mezin di gelê kurd de rû da û her saeta derbas dibe, ev fikar mezintir dibe.”   BANDORA OCALAN    Bayindir, bal kişande ser bandora Ocalan û wiha axivî: “Bandora Ocalan a li ser gelê kurd û gelên Rojhilata Navîn pir zêdeye. Divê desthilatdariya AKP-MHP’ê bi cîdiyeket mezin nêzî vê bûyerê bibe û berpirsiyartiya xwe bi cih bîne. Weke hemû kes jî dizane, ji bo krîz, şer û kaosa Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn nêrînên cîdî yên Ocalan ên ji bo çareseriyê hene. Birêz Ocalan bi taybetî ji bo pêşketinên dawî yên Sûriyeyê tespîtên girîng kirin. Fikir û ramanên wî rêya rast nîşanî me dide. Bi taybetî piştî êrîşa li Idlibê, divê hîn zêdetir nêrînên Birêz Ocalan bên cîdî girtin.”    'DIVÊ TECRÎD RABE’   Bayindir, tecrîdkirina Ocalan jî bibîr xist û wiha bilêv kir: “Divê tecrîd rabe. Çawan ku tecrîd rabe wê kaos û şerê li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn bi dawî bibe. Ji ber vê teqez divê tecrîd rabe û Ocalan jî karibe bi awayekê aktîf rola xwe bilîze. Ez ji bo vê banga hestiyariyê  li gelê kurd û gelên Tirkiyeyê dikim. Em bang li gelê xwe dikin ku bi hestiyar tevbigerin. Emê şopdarê vê bûyerê bin. Emê li gorî daxwazên gel serî li sazî û dezgehên pêwendîdar bidin. Bila gelê me, ji derveyî daxuyaniyên me guh nede tu daxuyaniyên cuda.”   MA / Mehmet Şah Orûç