Jina kedkar tevî şertên zor jî debara malbata xwe dike 2020-02-29 09:39:03 AMED - Wesîle Dînç a di 14 saliya xwe de zewici û niha dayika 7 zarokan e li gel temenê xwe yê 50 salî jî ev 5 sal in li kuçeyên Amedê bi erebeya xurdevaniyê şûşeyên plastîkî dide hev û debara malbata xwe bi vê rêbazê dabîn dike.  Li Amedê êdî mirov dikare bêje li her quncikekî li ser her cadeyek û kuçeyekê zarok û navsere li ber her bermayîyekî sekinîne û şûşeyên plastîk û bermayiyên veçerxandinê (gerî donuşum) didin hev û difiroşin febrîkayan. Li hin kûçeyan zarokên temenê wan di navbera 10-15 salî de li hin kuçeyan jî welatiyên 25-35 salî û navsere vî karê zor û zahmet dikin. Ev zarok û welatî ji bo debara malbata xwe dixebitin.    Yek ji van karkerên di nava şertên zehmet de dixebite jî Wesîle Dînç a 50 salî ye. Wesîle Dînç a xwedî kulfet bi ereboka xwe ya xûrdevaniyê li derdora Deriyê Çiyê û li kuçeyên navçeya Sûrê şûşeyên plastîkan û her cûre bermayiyên veçerxandinê dide hev.   Wesîle Dînç li Amedê li Sûrê tê dinê. Ji zarokatiya xwe heta 50 saliya xwe jî li Amedê dijî. Dînç di 14 saliya xwe de dizewice û dayika 7 zarokan e. Dînç qala jiyana xwe ya ku her kêliya wê bi zor û zahmetiyan derbas bûye û dibe kir. Dînç dibêje ew ê nanê ziwa bixwin û lê dîsa xwe muhtacî tu kesî nakin.    ‘JI BER FEQÎRIYÊ…’   Dînç anî ziman ku ew li navçeya Sûrê hatiye dinê û li vê navçeyê jî mezin bûye. Dînç a ku behsa serpêhatiya malbata xwe kir wiha got: “Ev pênc sal in me mala xwe ji Sûrê bar kiriye. Ji ber şerê li Sûrê qewimî me jî mala xwe bar kir û niha em li derveyî Sûrê dijîn. Lê ji roja me mala xwe bar kiriye jiyan li me tarî bûye. Ji ber kar tune ye hevjînê min daîmî naxebite. Tenê carnan dişûxile û carna betal li malê ye. Lawê min mezin jî carna dixebite. Kurê min ê biçûk jî dibistanê dixwîne. Keça min jî wextekî dişûxûlî lê niha naxebite. Dema min dît ku êdî di malê de kom û kuflet birçî dimîne, rojek serê şeveqê rabûm û min dest bi daneheva plastîkan kir.”   ‘JI ŞEVEQÊ HETA ÊVARÊ ENCAX 20 LÎRE’    Dînç derbarê karê xwe yê zor û zehmet jî dike û wiha got: “Ewîlî bi kîsek dida destê xwe û tiştên plastîk berhev dikir. Piştî demekî min dît ku bi vî awayî zehmet e min çû vê ereboka xûrdeyan ji xwe re peyda kir. Kîsek tije plastîk dikim hêj lîreyek dike. Rojê 20 kîloyan berhev dikim. Şeveqê heta êvarê encax bihayê 20 lîreyan didim hev. Hin rojan bihayê 25 lîreyan dişixûlim. Di nava rojê de encax ev pere têra deh nan û xerca zarokên min dike. Nikarim fêkî an jî xwarinê ji malê re bistînim.”   ‘GOŞT TUNE YE AVA GOŞT HEYE’   Dînç anî ziman ku ji ber zehmetiya kar heta êvarê êdî ew ji taqeta xwe dikeve û got: “Ji ber westandinê carna dibe ku ew şûşeyên plastîk ji destê min dikevin. Roja ez nexebitim em bê nan û xwarin dimînin. Ez gelek nexweş im nikarim kar bikim, lê jiber neçariyê dixebitim. Heke ez nexebitim em ê birçî bimînin û kes li zarokên min meyze nake. Deynê min pir e û neçar im bixebitim. Ez diçim ji lokantayan hestiyê goşt didim hev û tînim. Da ku bêjim vaye min xwarina goşt ji zarokên xwe re çêkiriye.”   ‘PERE TÊRA MAST Û DIMSÊ NAKE’   Dînç diyar kir ku ji ber nexweşînên xwe çûye bijîşk û bijîşk jê re gotiye divê ew mast û dims bixwe. Dînç got pereyê ew rojane ji vî karî qezenc dike têra mast û dimsê wê nake.    ‘EZ NE PARSEKIYÊ KARKERIYÊ DIKIM’    Dînç destnîşan kir ku ew ne parsekiyê dike bi keda destê xwe dixwaze debara xwe bike û got: “Carna hin kes tên li ber min disekinin û dibêjin ‘em xwarinê bidin te’ lê ez vê yekê qebûl nakim. Min rojekî ji yekî re got ku min donera destê xelkê bistanda ez nediçûm li nav çopê nedigeriyam.”    MA / Ayşe Surme