Şanoya Bajêr a Amedê ji bo sehneya nû li benda piştgiriyê ye 2020-02-29 09:09:07 AMED - Şanoya Bajêr a Amedê, ji bo cihê xwe yê nû çê bike li benda piştevanî û alîkariyê ye.  Şanoya Bajêr a Amedê ku cihê wê li Galeriyayê ye, ji ber ku kapasîteya wê ya temaşevanan têr nake, niha hewl dide biçe cihekî mezintir. Ji bo vê şanogerên Şanoya Bajêr a Amedê li Bûlwara Mahabadê ya navçeya Peyasê avahiyek nû kirê kirine û dest bi dîzaynkirina wê kirine. Lê belê ji ber ku derfetên wan têr nekirine xebatên wan ê dîzaynkirinê nîvco mane. Ji bo avahiya xwe ya nû temam bikin li benda piştevî û alîkariyê ne.    Şanoger Yavûz Akkûzû, ji bo ajansa me behsa Şanoya Bajêr a Amedê û kampanyaya piştgiriyê kir.    'EM ŞANOYEKE 30 SALÎ NE'    Akkûzû, bibîr xist ku qeyûm Cûmalî Atîlla di sala 2017'an de şanoger jî di nav de peymana 31 hunermendî fesix kiribû û bi vî awayî nava şanoyê vala kiribû. Akkûzû, got: "Şanoya Bajêr a Amedê di sala 2017'an de hat avakirin. Yanî şanoyeke 3 salî ye. Lê di asasê xwe de em şanoyeke 30 salî ne. Tenê di sê salên dawî de wekî şanoyeke taybet e."    Akkûzû, diyar kir ku Şanoya Bajêr 3 sal in bêyî ku piştgiriyê ji kesî bigire performansa xwe zêde kiriye û ji ber vê cihê wan ê heyî têra temaşevanan nake û got, loma pêdiviya wan bi cihekî mezintir çê bûye.    Akkûzû, anî ziman ku li ser vê li Bûlwara Mahabdê cihekî nû kirê kirine û dest bi xebatên dîzaynkirinê kirine û got, kapasîteya cihê wan î nû 160 kes e.    'JI DESTÊ KÊ ÇI TÊ EM BIRA BIKE'    Akkûzû, diyar kir ku cihê wan î nû 540 metrekare ye û wekî navendeke biçûk a çandê ye.    Akkûzû, got: "Me bi derfetên xwe nêviyê wê çê kir. Ji bo em nîviyê wê yê din jî temam bikin me li ser înternetê hesabek vekir. Ên dixwazin destekê bidin me dikarin di ser wî hesabî re piştgiriyê bidin me. Ji bo em nîviyê mayî temam bikin pêdiviya me bi alîkariyê heye. Her wiha malzeme jî dibin; text, ronahî, qablo... Hin rêxistinên civaka sivîl piştgirî dan."    Akkûzû, sedema ku wan Bûlwara Mahabadê tercîh kiriye jî bilêv kir: "Mixabin li Bûlwara Mahabadê, mekanên huner û çandê yên bi zimanê zikmakî tunene. Car carina li hin kafeyan konserên kurdî tên lidarxistin. Li van deran qadeke hunerê ya bi zimanê zikmakî tuneye. Ev jî tercîheke polîtîk e."    Her wiha Akkûzû, diyar kir ku wê xebatên wan ên li Sûrê û Galeriyayê jî bidomin û got: "Em ê li wira lîstikên xwe yên biçûk nîşan bidin. Yanî em ê li sê deveran lîstikên xwe bilîzin. Amed pir mezin bûye, hem ji hêla demê hem jî ji hêla aborî ve mirov xweşikî bikarin semta xwe biguherînin."    Akkûzû, ji bo projeyên xwe yên serdema nû jî got: "Niha li ber destê me lîstikeke wergerê heye, lîstika Darîo Fo ya bi navê 'Jin li ku be: Elîzabeth'. Em vê lîstikê werdigerînin. Em ê biharê dest bi provayan bikin. Niha jî Kawa Nemir 'Kela Dimdimê' dike şano. Wê ew jî bê ber destê me. Em û Ma Muzîkê wekî projeyeke muzîkal a mezin lê mêze dikin. Em difikirin ku li nav Sûrê li qonazeke mezin çê bikin. Yanî em dixwazin wekî şanoyeke mekanî çê bikin. Niha li ber destê me du proje hene û em ê di dawiya meha Gulan de Mihrîcana Şanoyê ya 8'an li dar bixin. Her wiha wê li mekanê me yê nû perwerdehiya dramayê, perwerdehiya şanoyê jî hebe."    NAVNÎŞANA JI BO PIŞTGIRIYÊ    Kesên dixwazin piştgiriyê bidin Şanoya Bajêr a Amedê dikarin bi rêya vê lînkê tev li kampanyayê bibin: https://fongogo.com/Project/amed-sehir-tiyatrosu-yeni-sahne-projesi-5   MA / Lezgîn Akdenîz