Ji rewşenbîr û siyasetmedaran banga Idlibê: Ne mirinê jiyanê pîroz bibînin 2020-02-28 14:16:27 STENBOL – Rewşenbîran û siyasetmedaran rageşiya li Idlibê û kuştina 33 leşkeran nirxandin, polîtîkaya hikumetê ya Sûriyê rexne kirin û gotin li şûna mirinê divê jiyan pîroz were dîtin.  Li Idlibê artêşên Rûs û Sûriyê nokteyên çavdêriyê yên Tirkiyê bombebaran kirin û li gorî daxuyaniyên fermî 33 leşkerên tirk jiyana xwe ji dest dan. Li Tirkiyê kuştina leşkeran bû rojeva sereke û di serî de AKP û MHP û gelek partiyên din banga mezinkirina şer kirin. Her ku diçe metirsî zêde dibin. Siyasetmedar û rewşenbîran rageşiya li Idlibê ji ajansa me re nirxandin.    UNSAL: DIVÊ TIRKIYE BI KURDAN RE HEVDÎTINAN BIDE DESTPÊKIRIN    Serokê MAZLÛM-DER’ê ya berê û siyasetmedar Ahmet Farûk Unsal da zanîn ku sedemê bingehîn a hebûna Tirkiyê ya li Sûriyê ew e ku statûya kurdan li Bakurê Sûriyê asteng bike û got: “Pêwîste Tirkiye bi tevgerên kurd ên li Sûriyê re têkilî deyne. Ji bo vê yekê jî lazime hevdîtinên li gel Ocalan were destpêkirin. Aştî ancak wisa pêk were.”    KENTEL: MIROVAHÎ TÊ KUŞTIN    Civaknasê siyasetê Prof. Dr. Ferhat Kentel jî diyar kir ku edalet û aştî wezîfeya lezgîn e û got: “Li Idlibê gelek leşkerên artêşan û însan jiyana xwe ji dest didin. Li wir tenê mirov namirin mirovatiyê li wir tê kuştin. Ji bo mirovatî were rizgarkirin divê dest ji propaganda ziwa ya hemasetê were berdan.”    TAHMAZ: DIVÊ LI RÊYÊN ÇARESERIYÊ BIGERIN    Sekreterê Giştî yê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz da zanîn ku tiştên li Idlibê diqewimin rê li ber xemgîniyek mezin vekiriye û got: “Tu kes di şeran de bi ser nakeve. Mê vê gelek caran anî ziman. Tekane rêya çareseriyê ew e ku diyalog werin danîn. Ya ku mirinê pîroz dike jî çareseriye. Siyaseta hemasetê ku niha tê birêvebirin ne rast e. Divê rêyên çareseriyê werin li pêş xistin.”    GENÇAY: BANGÎ HÊZA AŞTIYÊ YA NY’YÊ BIKIN    Prof. Dr. Gençay Gursoy ê bi salane ji bo aştiyê têdikoşe jî ji bo rageşî û atmosfera dawî wiha got: “Ji ber tiştên duh li Idlibê qewimîn em gelek xemgîn in. Divê bi awayek cidî muxalefet bikeve nava hewldanên pêkanîna agirbestê. Divê banga Hêza Aştiyê li Neteweyên Yekbûyî bike.”    NAS: PÊŞEROJA TIRKIYE XISTINE ÇIRAVÊ    Siyasetmedar Nesrîn Nas jî banga aştiyek lezgîn kir û got: “Mixabin îqtîdar ji bo hebûna xwe pêşeroja Tirkiyê li Sûriyê xistiye nava çiravê. Divê muxalefet li şûna banga şer banga aştiyê bike. Divê muxalefet pêşiya vê ketina nava çiravê bigire û derxistina Tirkiyê ya ji vê çiravê wek karê xwe yê ewilî bibîne.”    AYDIN: DIVÊ MUZAKERE WERIN DESTPÊKIRIN    Dîroknas Erdogan Aydin jî destnîşna kir ku ev encama mudaxelekirina yekgirtina axa Sûriyê ye û got: “Ev mudaxele di sala 2011’an de ji aliyê hêzên emperyalîst ve hatibû destpêkirin. Ev hêz xwe vekişandin lê Tirkiyê bi israr di vê polîtîkaya Sûriyê de israr kir. Em carek din dibînin ku ev polîtîka li Sûriyê şaş e. Lazime demildest dest ji vê polîtîkayê berdin. Di serî de Tirkiye û hemû cîhan divê ji axa Sûriyê re rêz bigire. Ne mafê tu kesî ye mudaxeleyî wir bikin. Divê Tirkiye demildest bi Sûriyê re dest bi muzakereyan bike.”      MA / Îdrîs Sayilgan