Lavrov: Ji ber terorîstan em lihevkirinê qebûl nakin 2020-02-28 13:42:29 NAVENDA NÛÇEYAN – Wezîrê Karê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov ji bo komên Tirkiye piştevaniya wan dike got: “Em alîgirin ku bi tu terorîstan re lihevkirin pêk neyê.”  Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov bi Wezîrê Karê Derve yê Luksemburgê Jean Asselborn hevdîtinek pêk anî û piştî hevdîtinê civîna çapemeniyê li dar xistin û geşedanên li Idlibê nirxand. Lavrov got: “Di rojeva me ya hevdîtina Luksemburgê de Sûriyê, Lîbya û geşedanên li Rojhilata Navîn û Bakûrê Afrîkayê û gelek mijarên din hebûn. Rûsya destek dide diyalogên ji bo Sûriyê û Lîbyayê. Em li benda hemû aktorên derve ne ku hurmetê nîşanî serwerî û parastina axa van welatan bikin. Helbet di 2011’an de qaşo piştî Bihara Ereban ku dest pê kir terorîstên serî rakirin me ne alîgirin bi wan re lihevkirin pêk were.”    ‘EM GIRÊDAYÎ MUTABAKATAN E’    Lavrov anî ziman ku ji bo rageşiya li Sûriyê bi dawî bibe di nava hewldanan de ne û ew hêj girêdayî mutabakatên li gel Tirkiyê yên ji bo Idlibê pêk werin de ne. Lavrov da zanîn ku divê Tirkiye muxalîfên li herêmê ji terorîstan cuda bike.    ERDOGAN BI PÛTÎN RE HEVDÎTIN PÊK ANΠ   Lavrov da zanîn ku Serokê Dewletê yê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û Serokkomarê Tirkiyê Tayyîp Erdogan îro bi înîsiyatîfa Enqereyê bi rêya telefonê hevdîtinek pêk anîne û di hevdîtinê de li ser geşedanên li Idlibê axivîne û behsa sepandina mutabakata Idlibê kirine.    Lavrov ragihand ku di navbera Moskova û Enqereyê de peywendî ango hevdîtinên têkildarî Idlibê jî didomin.