Akar: Ligel Rûsya cihê yekîneyên me zanibun jî dîsa lê dan 2020-02-28 12:52:37   ENQERE – Rûsya û Rejîma Rûsya şevê din li Idlibê yekîneyên TSK'ê kirin hedef. Di êrîşê de 33 eskerên TSK'ê jiyana xwe ji dest dan. Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar, diyar kir ku li gel Rûsya cihê yekîneyên Tirk zanibûn jî disa êrîş kiriye.    Şevê din eskerên Rejîma Sûriye nokteyên TSK'ê kirin hedef. Li gorî daneyên rejîmê li Idlibê 33 eskerên TSK'ê jiyana xwe ji dest dan. Rayedarên Rûsya diyar kirin ku diviya bû eskerên Tirk ne li wir bûna. Wezîrê Parastinê yê Neteweyî Hulusi Akar jî daxuyanî da û diyar kir ku ligel Rûsya dizanibûn yekîneyên wan li wirin jî dîsa kirine hedef. Akar, anî ziman ku piştî bûyerê ji hewa bi SÎHA ji bejayê nêzî 200 nokteyên rejîmê kirine hedef û wiha got: "Di êrîşên me de 5 helikopter, 23 tank, 23 topên obus, SA-17'yek, SA-22'yek û 309 eskerên rejimê bê tesîr kirine. Cihê ku yekîneyên me lê bûn, berê ji aliyê Rûsyayê ve dihat zanîn. "