Têkbirina medya civakî: Dixwazin ji destekê nûçeyan serwîs bikin 2020-02-28 12:04:56 STENBOL - Medya civakî ji ber bertekên piştî 33 leşkeran li Idlibê jiyana xwe ji dest dan, yekser hat astengkirin. Pisporê medya civakî Dr. Yaman Akdenîz, diyar kir ku ev astengî siyasiye û got: “Dixwazin ku tenê ji destekê nûçeyan serwîs bikin.”    Piştî êrîşa li dijî Hezên Çekdarên Tirk (TSK) ên alîkariya leşkerî didan komên Heyet Tehrîr El Şam (El Nûsra) yên li bajarê Îdlib a Sûriyeyê û 33 leşkerên di êrîşê de jiyana xwe ji dest dan, medya civakî hat têkbirin.    Ji şevê din ve li ser medya civakî, li dijî polîtîkayên hikumetê yên Sûriyeyê bertekên mezin hebûn. Ji ber vê di saetên şevê de pirsgirêkên ketina Twîtter, Îsntagram û Facebookê tên jiyîn.    Ji şevê din ve, ne operatoran û ne jî jêderkên fermî derbarê astengkirina medya civakî de tu daxuyaniyek ne dane. Bikarhêner hewl didin ku li ser pêkanîna VPN hesabên xwe yên medya civakî vekin.    ‘HIKUMET BI ZANEBÛN DIKE’   Pisporê medya civakî Dr. Yaman Akdenîz, derbarê astengkirina medya civakî ya piştî êrîşa Idlibê de axivî û wiha got: “Bi awayekê zanebûn bi rêya Saziya Ragihandin û Teknolojiya Agahiyê hesabên medya civakî tên astengkirin. Ev karê hikumetê ye. Ne karê arîzeya teknîkiye. Li cîhanê rewşek wiha qet nabe. Ev pirsgirêk tenê li Tirkiyeyê dibe. Li Tirkiyeyê, ji şevê din ve, ji ber Idlibê, platforma medya civakî hatiye astengkirin. Di vê rewşê de mafê gel ê agahî girtinê asteng dikin.”    ‘ASTENGKIRIN SIYASIYE’   Akdeniz, dest nîşan kir ku bi astengiyan, dixwazin gel beralî bikin û wiha bilêv kir: “Dixwazin bi yek destî nûçeyan servîs bikin. Dema ku mirov nikarin li ser medya civakî agahiyan bigirin, neçar diminin ku agahiyan ji TV’iyan bigirin. Ji xwe TV’î jî dibin kontrola hikumetê dene. Ew jî li ser yek nêrînê agahî û nûçeyan servîs dikin. Tekane rêya li vê rewşê derketin VPN ye, lê ev jî pir bi bandor nabe. Ne pêkane ku hemû kes VPN bi kar bîne û xwe wisan bigihînin medya civakî. Ji xwe li Tirkiyeyê VPN jî hatiye astengkirin. Ji ber vê weke berê mirov nikarin bikevin VPN’ê jî. Biryara vê astengkirinê li ser masayê hatiye dayîn. Ev astengkirin bi tu awayî ne hiqûqiye. Astengiyeke siyasiye û bi armanca beralîkirinê hatiye kirin.”