Guneştekîn: Li gorî Yaşar Kemal bingeha mirovahiyê ji hilberinê tê 2020-02-28 11:41:03 STENBOL - Hunermend Ahmet Guneştekîn, bi minasebeta salvegera mirina nivîskarê navdar Yaşar Kemal ku wekî Homeros dihat zanîn, diyar kir ku li gorî Yaşar Kemal bingeha mirovahiyê ji hilberîn û afirantinê tê. Guneştekîn anî ziman ku cîhana ku mirov lê dijî çiqas rasteqîn be, xeyal û xewn û xeyalên wî jî ew qas rasteqîn in."    Nivîskarê navdar Yaşar Kemal 5 sal berê jiyana xwe ji dest da. Yaşar Kemal di hemû romanên xwe de cih da jiyana gundiyan û mirovên xizan. Cih da karker û cotkaran. Bi nivîs û herhemên xwe navê xwe li Tirkiye û cîhanê belav kir.  Kemal di piraniya emrê xwe de ji bo aştiya Tirkiyeyê têkoşiya. Kemal, di sala 2007'an de li Enqereyê tev li konferansa "Tirkiye li aştiya xwe digere" bû. Kemal di konferansê de gotibû “Ji Milazgirtê heta niha Kurd û Tirk dostên hev in. Rizgariya rûmet, ked, çand, dewlemendî û nirxên welatê me di destê me de ye. An demokrasiya rastîn, an jî qet." Hunermend Ahmet Guneştekin, bi minasebeta salvegera mirina Yaşar Kemal ji Ajansa Mezopotamya (MA) re qala jiyan û têkoşîna Kemal kir. Guneştekîn, anî ziman ku îro fikra Yaşar Kemal bandor li ser gelek mirovan kiriye û wiha got: "Di feraseta hunerê de jî bandorek awarte li ser min hişt. Wî erdnîgariya ku lê dijî zîvirand xeyalên gerdûnî. Ji ber afirinerî û pênûsa wî wekî Homeros  hat naskirin. Du wêjeyê de Lîrîzmek xweser ava kir. Herî dawî di pêşengeha min a “Rengên piştî tariyê" em hatibûn cem hev. Yaşar Kemal ji min bêtir bi hunerê min eleqeder bûbû. Yaşar Kemal jîrê û zanayê herî mezin ê demê ye. Mirov tenê wekî Homeros pênase bike kêm dimîne. Dema em xwezayê ji wî guhdar dikin, dixwînin û fêr dibin, em dibêjin gelo qala ku dike?    'WÎ DI NAVA NIVÎSKARÊN HERÎ BAŞ Ê SEDSALA 20'AN DE CIH GIRT'   Guneştekîn, anî ziman ku bi nivîs û romanên xwe herêma Çukurova û Serhatê zîvirand rewşek mit û mîtolojîk û wiha axivî: "Mirov tenê bêje çîrokbêj û romannivîs kêm dimîne. Divê mirov tenê ji wî re bêje hunermend. Me gelek kesan piştî Yaşar Kemal nas kir, me rengê ku qet me nedîtibûn dît. Rengê me nedîtibûn di wî de dît. Cihê ku em berê çûbûn lê geriya bûn, bi gera wî re me ji nûve dît û keşif kir. Aliyê wî yê dostanî, hevaltî, fêrkerî û parvekirina wî li aliyekî, cihekî wî yê taybet ê vegotinê di wêjeya cîhanê de heye. Wî bi hêsanî di nava kevneşopiya wêjeya herêmî û gerdûnê û di nava wêjeya devkî û nivîsê de têkilî danî. Vê taybetiya wî ew di nava nivîskarên herî baş ên serdema sedsala 20’an de bi cih kiriye.    'YAŞAR KEMAL JI KOKA XWE QUT NEBÛ'    Guneştekîn, destnîşan kir ku şensa herî baş a Yaşar Kemal ew bû ku j koka xwequt nebûbû û wiha axivî: "Dema derdiket kolanê, kalan bi tirkan nas dikir. Lê dema dihat malê jî jiyan bi Kurdî bû. Li ser koka xwe lêkolîn dikir. Ev ji bo wî dibû dewlemendiyek çandî. Malbata wî ji Wanê ye. Malbatek Kurd e. Pişti şerê yekemîn ê cîhanê malbata wî ji Wanê koçî Amedê kir. Ji wir jî koçî Gundê Hemîke yê Osmaniya Edeneyê kir. Li Gundekî Turkmenan ji dayik bû. Hêj zarok bû çavekî xwe winda kiribû. Ji bo nivîskarekê-î tişta herî baş çav e. Ligel çaveki wî tune bû jî tişta ku me nedît wî dît. Dema 4 salî bû ji ber lal bû tişta nikaribû bîne ziman nivîsî. Lalbûna wî ji bo nivîsandina wî bû avantajek pir mezin. Li mala xwe li ser koka xwe li çîrokan guhdar dikir. Lê li ser axek pir cuda dijiya. Ev nakokî ji bo wî dibe sedema afirandina çîrokên balkêş. Ji ber vê yekê ostaye wî Karacaoglan e. Cervantes û Tolstoy jî ji bo wî minak in. Hem wêjeya devkî û hem jî wêjeya nivîskî ya Yaşar Kemal pir kêşketî ye. Di serî de Evdale Zeynike û gelek dengbêjên din guhdar kiriye. Yaşar Kemal koka wêjeya xwe ya ji Çukurovayê ji ruhê koka xwe digire. "      Guneştekîn, da zanîn ku Yaşar Kemal kaniya xwe ji dengêjên Kurd û ozanên gel ên Tirk digire û wiha berdewam kir: "Erdnîgariya lê dijî wekî baxê hezar û 1 çîçekî pênase dike. Dîsa qutkirina çîçekek ji vî baxî wekî felatek dibîne.  Dema herêma Çukurova tîne ziman, bi hezar rengî tîne ziman. Ew hem çukurova ye hem jî ne ew e. Di kosmosa herî biçûk de mirov afirand û ket nava tevgerê. Ev dewlemendî û hêza gotinê ji mozaika gelan stend. Pêşeroj û paşeroja mirovan, xweza, dîrok, bi hezkirina folklorê rist û hûnand."    Guneştekîn, bal kişand ser nêzîkatiya Yaşar Kemal a pirsgirêka Kurd û wiha got:  "Yayar pirsgirêka Kurd wekî pirsgirêka Tirkiyeyê ya hemdemî û demokrasiyê pênase dikir. Wî piştgirî dida Tirkiyebûnê. Wî perwerde û ziman pîroz didît. Wî giringî dida têgeha Tirkiyebûnê. Dema Serhat dianî ziman, Ji Kurdistanê dest pê dikir û heta Laleşê diçû. Lê ez bawer nakim ku Yaşar Kemal ji aliyê Kurdan ve pir dihat xwendin. Ji ber vê yekê zor e ku mirov bêje Kemal wêjevanekî Kurd e. Lê Yaşar Kemal Kurd e.    MA /  Ferhat Çelik