HDP bi rojeva Idlibê dicive 2020-02-28 11:31:32 ENQERE – Rêveberiya HDP’ê ya nû bi serokatiya Hevserokên Giştî Pervîn Buldan û Mîthat Sancar bi rojeva Idlibê dicive.  Rêveberiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a nû bi serokatiya Hevserokên Giştî Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar bi rojeva Idlibê bi awayek awarte dicive. Civîn wê li Navenda Giştî ya HDP’ê pêk were. Wê di civînê de geşedanên li Idlibê werin nirxandin. Tê payîn piştî civînê daxuyanî bê dayîn.    Hevseroka Giştî Pervîn Bûldan a ku ji bo beşdarî şahiya Dayikên Aştiyê bibe li Stenbolê bû, ji ber civîna awarte vegeriya Enqereyê.