Tedawiya jinên KESK’î yên qeza kirin dewam dike 2020-02-28 10:49:43 AMED - Jinên endamên KESK’ê yên di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de duh beşdarî daxuyaniya li Dersimê bûn, di vegera Amedê de qeza kirin. Tedawiya jinên rakirine nexweşxaneyên Xarpêtê dewam dikin.  Wesayîta jinên endamên Sendikaya Kedkarên Tenduristiyê (SES) yên duh ji Amedê ji bo stara 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bidin çûn Dersimê, di rêya vegerê de qeza kir. Mehtaş Çalişir, Rozerîn Çatak, Kader Altûndag û Guneş Ozel di qezayê de birîndar bûn. Ekîbên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê mudaxileyî jinan kirin û dûre rakirin Nexweşxaneya Bajêr a Xarpetê û Nexweşxaneya Dewletê ya Qowanciyanê.   REWŞA TENDURISTIYA WAN BAŞE   Hat diyar kirin ku xwîn çûye ser mejiyê Guneş Ozel a di qezayê de birîndar bû û di hestiyê pişta wê de derizin çêbûye. Hat dest nîşan kir ku Ozel li Nexweşxaneya Bajêr a Xarpêtê tê dermankirin. Hat zanîn ku rewşa Mehtap Çalişir, Rozerîn Çatak û Kader Altundag başe û tedawiya wan a li Nexweşxaneya Dewletê ya Qowanciyan dewam dike.