ROJEVA 28'Ê SIBATA 2020'AN 2020-02-28 09:00:15 * Xebtakarê Beşa Daîreya Îcrayê ya Komîteya Wezîrên Konseya Ewropayê yê berê û Parêzerê Baroya Strasboûrgê Oleksandr Ovhynnykov, piştî biryara DMME'yê diviya Demîrtaş bihata berdan.  * Li Amedê baxçeyê Pirtûkxaneya Gel jî dan ber îhaleyê û kirin "Baxçeyê Çayê yê Malbatî". Kesên tên vî "baxçe"yî piranî jê xwendekar in û li vira wextê xwe bi okê derbas dikin.    * Qeyûm Midûra Dibsitanê Gulseren Ozlem Yildiz ku ji ber gelek nelirêtiyan der barê wê de gelek lêpirsîn hatiye destpêkirin, kir midûra MARMEK'ê.    * Li Amedê birûskê li minareya mizgeftekê xistibû û minare texrb bûbû. Piştî vê hatibû gotin, wê minare wekî berê bê çêkirin. Lê belê minareya berê hat xerakirin û li şûna wê minareke ku bi navê plaza tê binavkirin hat çêkirin. Piştî her du minare ne wek hev bûn, vê carê jî rabûn minareya kevirî ya din jî xera kirin.    * Jinên stenbolî, wê di 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar de li dijî komkujiyên jinan û şidetêê dakevin kuçeyan. Jinan, daxwazn xwe yên ji bo wkehevî û azadiyê cardin dubarekirin û gazî hemû jinan kirin ku dakevin qadan.   * Girtiyan binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Jimare 5'an a Sîlîvriyê ragihandin. Girtiyan, diyar kir ku cezayên dîsîplînê yên kêfî êdî asta herî jor û gotin, girtiyê ku rojek berê ew anîn qawîşê jî cezayê hucreyê lê birîne.    * Hejmara 150'mîn a Kovara Nûbiharê derket. Gerînendeyê Weşana Giştî yê Nûbiharê Suleyman Çevîk, anî ziman ku li dijî asîmlasiyonê dabûn ser vê rêyê û niha di vê rêyê de 28 sal li dû xwe hiştine.    * TJA, dê bi minasebeta 8'ê Adarê li Postexaneya Ofîsê ya Amedê name û kartan ji jinên girtî re bişînin. ( 10.00)   * Tora Piştevaniya Parazvanê Mafên Mirovan dê têkildarî rewşa Karsaz Osman Kavala li Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (11.00)    * Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Mêrdînê û TJA dê têkildarî 8'ê Adarê li Nisêbînê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.00)   * Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê ji bo balê bikişîne ser çalakiya Endamên Grup Yorumê yên di rojiya mirinê de ne, dê li avahiya Şaxa SES'ê ya Amedê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.30)   * Baroya Amedê ji bo faîlên Tahir Elçî bê dîtin û darizandin, dê li pêş Edliyeya Amedê çalakiya heftane li dar bixe. (13.30)   * Rêxistina HDP'ê ya Amedê dê têkildarî şewata ku li Girava Îmraliyê rû da li avahiya HDP'ê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.30)   * Danişîna doza Nisêbînê ku zêdeyî 70 kes tên darizandin dê îro li Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê berdewam bike. (10.00 - 17.00)   * Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê dê îhlalên mafên mirovan ên di navbera 01'ê Çile û 31'ê Kanûna 2019'an ên li herêma Marmarayê pêş ketine bi raya giştî re aşkere bikin. (13.00)    * Şaxa TUHAYDER a Marmarayê bi boneya balê bikişîne şewata li Grava Îmraliyê rû da dê li Fatihê ya Stenbolê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (14.00)   * Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê dê bi minasebeta 20'emîn salvegera damezirandina xwe bi tevlêbûna Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan li Salona Dahwetê ya Figaro ya Stenbolê bernameyekê li dar bixin. (19.00)