Ozturk: Ji şewitandinê heta hilweşandinê polîtîka wan bi ser neket 2017-12-15 16:44:39   AMED – Malbatên kesên li Sûrê jiyana xwe ji dest dan bernameyek li dar xist û Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk li vir axivî û got: “Ji şewitandina gundan bigire heta hilweşandina bajarên dîrokî, polîtakaya dewletê ya ku xwest kurd serê xwe bitewînin bi ser neket.”    Malbatên ku zarokên wan di “qedexeyea derketina derve” ya li navçeya Sûrê ya Amedê de jiyana xwe ji dest dan bernameya bîranînê li dar xist û mewlûd hat xwendin. Mewlûd li Salona Kaplan City ya li semta Gazîler a Amedê pêk hat. Hevserokên KCD’ê Leyla Guven û Berdan Ozturk, Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Arslan, rêveberên HDP’ê û DBP’ê yên bajar û navçeyên Amedê, Dayikên Aştiyê û bi sedan kes beşdarî bîranîn û mewlûdê bûn. Mewlûda bi kurdî hat xwendin û ji bo bîranîna kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hat girtin. Sînevziyona ji bo bîranîna kesên li Sûrê jiyana xwe ji dest dane hat pêşandan.    ‘DI GORAN DE JÎ WAN REHET NAHÊLIN’    Hevseroka MEYA-DER’ê ya bi KHK’ê hat girtin Ayşe Dîcle axivî û diyar kir ku nahêlin kesên jiyana xwe ji dest dane di gorên xwe de jî rehet rakevin û got: “Em ê van rojên zor û dijwar derbas bikin.”    ‘KURD LI SER PIYA NE’    Pişt re Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî axivî û destnîşan kir ku gelê kurd ku bi dehan salln e bedelên giran dide êdî ne kurdên berê ne û got: “Ji şewitandina gundan bigire heta hilweşandina bajarên dîrokî, polîtakaya dewletê ya ku xwest kurd serê xwe bitewînin bi ser neket Kurd li ser piya ne û têkoşîna xwe didin meşandin. Elbet ev jî encama raman û bîrdoziya birêz Abdullah Ocalan e. Felsefeya wî nirxê bi hev re jiyankirina gelan e.”    Ji Meclîsa Dayikên Aştiyê Makbule Ozbey jî jinên di têkoşîna azadî û demokrasiyê ji bo gelan de jiyana xwe ji dest dane bibîr anî û got: “Mafê me yê herî bingehîn ew e ku em ê zarokên me yên mafê me parastine ji bîr nekin.”    Piştî dayîna xwarinê mewlûd bi dawî bû.