Emîrhan ê di erdhejê de birîndar bibû spartin axê 2020-02-27 15:19:27 WAN - Cenazeyê zarokê 14 salî Emîrhan Acar ê li gundê Qiratî yê navçeya Elbakê di erdhejê de bi giranî birîndar bû û duh li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da spartin axê.  Ji ber erdheja bi pîleya 5.9 a di 23’yê Sibatê de li bajarê Xoy ê Îranê pêk hat, li gundê Qîratê yê navçeya Elbakê ya Wanê zarokê 14 salî Emîrhan Acar bi giranî birîndar bibû. Emîrhan ê li nexweşxanê dihat dermankirin duh jiyana xwe ji dest da.    Malbata Emîrhan Acar di saetên serê sibê de cenazeyê kurê xwe girtin û anîn li Goristina Gundê  Qiratî defin kirin.