Parêzerên Ocalan serî li Wezareta Dadê dan 2020-02-27 14:36:31 STENBOL  - Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi boneya şewata li Îmraliyê derket bi miwekîlê xwe re hevdîtinê bikin serî li Wezareta Dadê dan.  Vê sibehê li Girava Îmraliyê ya ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di girtîgeha wê ya Tîpa F de lê girtî ye, şewata daristanê derketibû. Ji parêzerên Ocalan, Raziye Tûrgût, Mazlûm Dînç, Rêzan Sarica û Îbrahîm Bîlmez ji ber şewata derketiye ku dikaribin biçin bi miwekîlê xwe re hevdîtin bikin û rewşa wî hîn bibin serî li Wezareta Dadê dan.    Di serlêdana parêzeran de wiha hat gotin: “Herî dawî me di 7’ê Tebaxê de bi miwekîlê xwe Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî. Em ji 7’ê Tebaxê ve em bi tu awayî ne dikarin pê re hevdîtin bikin û ne jî bi amûrên ragihandinê yên wek name û telefonan agahî ji hev wergirt. Vê şewata awarte bi awayek cidî hem me û hem jî malbatên miwekîlên me xistiye nava fikaran. Di serî de rewşa tenduristî û şertên girtîgehê yên miwekîlên me Birêz Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş hîn bibin û çavdêr bikin û ji bo ev metirsî ji holê rabin, em dixwazin demildest ev daxwaza hevdîtinê were pêk were.”