DBP: Divê bi awayekî lez malbat û parêzer biçin Îmraliyê 2020-02-27 14:16:05 AMED - DBP'ê têkildarî şewata ku li Girava Îmraliyê derket diyar kir ku daxuyaniya Wezîrê Karên Windar Suleyman Soylû ya têkildarî mijarê ji cidîbûnê dûr e û ji bo zelalkirina rewşê xwest ku malbat û parêzer bi awayekî lezgîn biçin Îmraliyê.  Navenda Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), têkildarî şewata li Girava Îmraliyê ku Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan lê girtî ye derket, daxuyaniyeke nivîskî da. DBP'ê bertek nîşanî daxuyaniya ku têkildarî mijarê ji aliyê Wezîrê Karên Windar Suleyman Soylû ve hatibû dayîn, da. DBP'ê diyar kir ku daxuyaniya Soylû ya "Tu pirsgirêkek tuneye" ji cidîbûnê dûr e û wiha got: "Şewat û daxuyaniya piştî şewatê bi fikar in. Têkildarî mijarê ji gelê me gelek bertek tên. Ji bo zelalkirina rewşê divê bi awayekî lezgîn malbat û parêzer biçin Îmraliyê û di cih de lêkolînan bikin û raya giştî agahdar bikin. Em bi bîra rayedarên hikûmetê dixin ku tenduristî û ewlehiya Brêz Abdullah Ocalan di serî de ji bo gelê kurd bi giştî ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn girîng e. Ji bo têkildarî mijarê daxuyaniyeke ku raya giştî rast agahdar bike bê dawîn, em bang li herkesî dikin ku bi berpirsyar tevbigerin."